Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek wergeriya û 19 kes birîndar bûn ku 6 ji wan zarok in.
Mînîbusa bi plakaya 27 BEV 714 a ku R.G. diajot, li ser rêya Erzingan û Erziromê ji rê derket û qulibî.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de ajokar û 18 rêwiyên di mînîbusê de birîndar bûn. Hat diyarkirin ku 6 ji birîndaran zarok in.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.



