Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar li ser pêvajoyê got, “Hefteya pêşiya me ya ku dê ji duşemê ve dest pê bike, êdî ew qonax e ku spekulasyon û valahiya nîqaşên li ser yasayê bi dawî dibin.”
Mîthat Sancarê ku di heman demê de Parlamenterê Rihayê ye, li Amedê beşdarî konferansa "Li Tirkiyeyê Pêvajoyên Aştiya Civakî û Mînakên Cîhanê" bû.
Konferansa bi navê "Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştiya Civakî û Mînakên Cîhanê: Zehmetî, Derfet, Hêvî û Encam" ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Foruma Azadî û Aştiya Civakî ve hat lidarxistin.
Mîthat Sancar di vekirina konferansê de bipêşketinên pêvajoyê û yasaya çarçoveyê nirxandin.
"Ev ne bangeke tenê ji bo bidawîkirina şer e"
Sancar bi kurtasî ev tişt anîn zimên:
“Danîna çekan, biryara xwefesixkirina rêxistinê û çekdanînê xistine destpêka pêvajoyê.
Mirov dikare vê yekê bi gelek têgehan îfade bike lê em dikarin wiha jî bibêjin: Gelo dê gava yekem ew be ku em çareseriyê biafirînin û şer bi dawî bikin, an şer bi dawî bikin û rêyên çareseriyê vebikin?
Tişta ku min di banga 27ê Sibatê de balê kişan serê, rasterast esasê vekirina rêya çareseriyê bi rêya bidawîkirina şer derdixe pêş.
Lê em dizanin ku ev ne bangeke tenê ji bo bidawîkirina şer e. Sernavê bangê jî di vî warî de têra xwe fikirê dide me. Bi taybetî tekezî li ser aştî û civaka demokratîk tê kirin.
Dîsa jî, anîna pêş a qonaxa çekdanînê, ji pêvajoyên din cuda ye. Belkî jî ev yek ji sedemên tevliheviya serê mirovan e.
Pirsa ‘Gava çek hatin danîn an jî biryara çekdanînê hat dayîn dê rê çawa bi pêş ve biçe?’ bi mafdarî di serê gelek kesan de cih digire."
"Dê sedemên sereke yên şerê çekdarî çawa werin çareserkirin?"
Niha dê çek werin danîn, baş e dê ew sedemên sereke yên ku bûne sedema vî şerê çekdarî çawa werin çareserkirin?
Pirsa 'Dê ev mijar bi kîjan rêbazan werin destgirtin?' roj bi roj xurttir derdikeve pêşberî me.
Niha jî di vê xalê de pêleke hestyarî ya ku em dikarin jê re bibêjin nîqaşeke xurt û bêbawerî tê dîtin.
Eger em mentiqê pêvajoyê piçekî din vebikin divê em vê bibêjin: Belê, vekirina rêyeke ji tundiyê ber bi çareseriyê ve, ji bidawîkirina tundiyê ber bi çareserkirina pirsgirêka ku tundiyê diafirîne ve heye.
Cudahiyên vê pêvajoyê yên ji mînakên din heta vê xalê gelekî zelaltir in.
Dê çek werin danîn lê çawa? Dê şer bi dawî bibe lê bi kîjan rêbazan? Baş e piştî ku şer bi dawî bû dê rêyên çareseriyê çawa vebibin?
Niha em bi eslê xwe bi van pirsan re rû bi rû ne. Lê belkî jî ji bo ku em bikaribin van hemûyan bi awayekî berfirehtir nîqaş bikin em gihîştine xaçerêyeke siyasî.
Ew jî pêkanîna derbasbûna ji tundiyê bo siyasetê û ji şer bo hiqûqê ye."
"Dê pêşniyaryasa di serî de li ser bêçekbûn û entegrasyonê be"
Sancar diyar kir ku pêşniyaryasaya ku tê payîn derkeve, dê di serî de li ser bêçekbûn û entegrasyonê be û got:
"Ev yek jixwe bi giranî zelal bûye. Di rapora Parlamentoyê de jî pêşengî ji vê yekê re tê dayîn.
Pêşniyaryasaya ku em li bendê ne, dê di astekê de be ku bikaribe bêçekbûneke rasteqîn pêk bîne. Ango divê xwedî taybetmendiyeke giştgir û berfireh be.
"Divê karibin siyasetê bikin"
"Li wê derê armancên wan ên siyasî hene, bernameyeke wan a siyasî heye. Her wiha rêxistinbûneke wan a siyasî ya pêşketî jî heye.
Loma dema çekan deynin, dîtina ku ew dê armanc û bernameyên xwe yên siyasî bidin aliyekî li dijî xwezaya vî karî ye. Nexwe li vir guherîneke derdikeve holê.
Ji vir û pê ve ji bo ku bi rêya siyaseta demokratîk bigihîjin armancên xwe yên siyasî, divê çekan deynin.
Ji ber vê sedemê, divê derfet û bingehên karkirina wan a bi awayekî azad û serbest di nav siyaseta demokratîk de teqez bibe parçeyekî veneqetantî yê van rêkxistinên qanûnî yên derbarê bêçekbûnê de.
Her kes qebûl dike ku di destpêka vê pêvajoyê de bipêşketinên nû yên jeopolîtîk roleke girîng lîstine.
Pêvajoyeke aştiyê ya ku li Tirkiyeyê berê xwe daye çareserkirina Pirsgirêka Kurdan, him ji bo Kurdan, him ji bo Tirkan û him jî ji bo hemû gelên li herêmê fersend, derfet û şansekî gelekî girîng e.
Belkî jî ew fersenda herî biqîmet e ku di vê serdema dîrokê de ketiye dest. Gunehê wî kesê ku vê fersendê ji dest bide jî dê gelekî giran be."
"Divê mijara qanûn û hiqûqê bi şênberî were pêşiya me"
Sancar destnîşan kir ku divê pêşniyaryasaya çarçoveyê beriya ku ev serdema yasadanînê bi dawî bibe di Parlamentoyê re derbas bibe û wiha pê de çû:
"Em dizanin ku gelekî zehmet e. Em xwedî wan tecrubeyan in ku em zanibin garantiya ji sedî sed a ti tiştî nîne.
Lê em di bin wê berpirsiyariyê de ne ku bibêjin luksa me ya bêhêvîbûnê nîne. Ez bawer im hûn dê teqez vê yekê jî li ber çavan bigirin.
Peyama me ji bo hemû Tirkiyeyê ev e; wêrekî ne tunebûn an jî dijberiya bêhêvîbûnê ye.
Hefteya pêşiya me ya ku dê bi duşemê dest pê bike, êdî dê bibe ew qonax ku tê de nîqaşên li ser yasayê yên di vê valahiyê û di asta spekulasyonan de bi dawî dibin.
Ango divê mijara yasayê, mijara hiqûqê bi awayekî şênber were pêşiya me û bi lez, beriya ku ev serdema yasadanînê bi dawî bibe, ji Parlamentoyê derbas bibe.
Eger li vir dîsa derengketinek an jî dirêjbûnek çêbibe, du rîsk çêdibin; yek rîskên jeopolîtîk û jeostratejîk in, ya din jî psîkolojîk e, ango psîkolojiya siyasî ye.
Bawerî kêm dibe, pêbawerî dadikeve. Bi taybetî li vir li Amedê û li bajarên din, yek ji hestên girîng ên ku em pê re rû bi rû dimînin ev e.
Her ku ev derengketin dirêj dibe, rîsk jî zêde dibin. Bêguman ev jî gelekî girîng e. Lê belê bawerî û pêbawerî kêm dibe."



