Hewlêr (Rûdaw) - Endamê koma 30 kesî ya PKKyê ya ku çekên xwe şewitandine Nedîm Seven got, “Eger dewletê gav biavêtana me dê îro li Amed û Enqereyê siyaset bikira.”
Piştî ku PKKyê di Kongreya xwe ya 12an de biryara xwefesixkirin û bidawîkirina xebata çekdarî da, ji bo piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 11ê Tîrmeha 2025an merasîmek hatibû lidarxistin û 30 kesî çekên xwe şewitandibûn.
Endamê wê komê Nedîm Seven (Behzat Çarçela) di salvegera yekemîn a merasîma şewitandina çekan de pêvajo nirxand.
Seven diyar kir ku di nava saleke derbasbûyî de dewletê ti gav navêtine û got, “Eger gavên pêwîst bihatana avêtin, me dê îro li Amed, Dêrsim, Enqere û Stenbolê siyaseta demokratîk bikira.”
"Dewlet pêvajoyê hêdî bi rê ve dibe"
Nedîm Seven ji Ajansa Welat re axivî û anî zimên ku piştî banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an, PKKyê kongreya xwe kom kir û biryarên fesixkirin û bêçekbûnê dan.
Lê belê wî destnîşan kir ku dewletê di vî warî de gavên berbiçav navêtine.
Seven anî zimên ku di çarçoveya pêvajoyê de avakirina komîsyonekê ya li Parlamentoyê girîng e lê dîsa jî gotarên fermî neguherîne.
Wî daxuyand ku îfadeyên wekî “Tirkiyeya bê teror” ne zimanê çareseriyê ye û diyar kir ku divê Pirsgirêka Kurdan li ser sernavên wekî nasname, ziman, çand û pênasekirina Kurdistanê were nirxandin.
"Divê Ocalan bibe serokê muzakereyan"
Seven bi bîr xist ku di Kongreya 12an a PKKyê de Abdullah Ocalan wekî "serokê muzakereyan" hatiye qebûlkirin.
Wî da zanîn ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên Ocalan werin sererastkirin.
Seven diyar kir ku hevdîtinên bi navberên dirêj ên bi Ocalan re dê pêvajoyê bi pêş ve nebin û got:
“Ji bo çareseriyeke wiha ku dê bandorê li Rojhilata Navîn bike, divê Rêber Apo 24 saetan azad be û karibe bi her kesê ku bixwaze re hevdîtinê bike.”
"Sererastkirinên qanûnî bi me re nehatin parvekirin"
Seven li ser rêkxistinên qanûnî yên ku tê gotin dê li Parlamentoyê bên amadekirin jî axivî.
Wî eşkere kir ku nêzîkî 45 roj in hinek sererastikirin tên rojevê lê ew tişt negihiştine ber destê wan.
Seven da zanîn ku divê sererastkirinên qanûnî bi mixetabên pêvajoyê re bên parvekirin û wiha axivî:
“Piştî 25ê Gulanê em nizanin kî çûye hevdîtina Rêbertî. Ew bi xwe dibêjin û bi xwe dilîzin û dibêjin 'em dê pêvajoyê bi pêş ve bibin'.
Navê sererastkirinên qanûnî çi dibe bila bibe, divê bi mixetaban re bên parvekirin.
Tê gotin ku dê beriya girtina Parlamentoyê derkevin. Lê divê em zanibin ka naveroka wan çi ye.
Em dê tiştekî ku em nizanin çawa binirxînin? Em dê çawa vê qebûl bikin?
Di çiyayên Kurdistanê de bi hezaran hêz hene. Bi hezaran kes di nav pêwendiyan de ne.
Li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welêt bi dehan hezar kes hene. Bêyî ku ev hemû tevlî kar bibin dê çareseriyeke çawa bê?”
"Ji bo siyaseta demokratîk garantiya qanûnî pêwîst e"
Seven bal kişand ser wê yekê ku destê Koma Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku çekên xwe şewitandibûn salek e li hewayê maye û ev tişt anîn zimên:
“Hîştina destê me yê li hewa tê wê wateyê ku ji me re dibêjin 'Herin çekên xwe hilgirin'.
Salek e em li benda afirandina şert û mercên siyaseta demokratîk û çêkirina rêkxistinên qanûnî ne. Ji bilî vê yekê ti vebijêrkeke me nîne.
Em destê biratiyê dirêj dikin lê li hewa dimîne. Eger pêşiya siyaseta demokratîk neyê vekirin, dê li çiyayên Kurdistanê bi dehan hezar, bi milyonan kes hebin.”
Seven daxuyand ku koma ku çekên xwe şewitandine salek e li bendê ye şert û mercên siyaseta demokratîk werin afirandin.
Wî eşkere kir ku bêyî pêkanîna sererastkirinên qanûnî yên pêwîst, pêvajo bi pêş ve naçe.
Seven bi bîr xist ku di paşerojê de hinek komên aştiyê yên ku vegeriyabûn Tirkiyeyê hatibûn girtin.
Wî diyar kir, ji ber vê yekê divê garantiyên hiqûqî yên ku dê pêşiya siyaseta demokratîk vekin werin avakirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Seven bangî rayedarên dewletê kir ku pêvajoyê bi cidiyet bi rê ve bibin û got ku ew li bendê ne ji bo çareseriya demokratîk gavên berbiçav werin avêtin.



