Hewlêr (Rûdaw) - Ev 8 sal bûn ku xwediyên wan miriyên li goristana gundê Şêxûrzê yê Efrînê nikarîbûn herin ser gorên ezîzên xwe, lewar piraniya gundiyan ji neçariyê koçber bûbûn û goristan jî di nav pûş û strîyan de mabû.
Niha gundiyên ku vegeriyane, ne tenê malên xwe yên hilweşiyayî, goristanên miriyên xwe jî çêdikin.
Baregehên Tirkiyeyê asteng in
Li gundê Şêxûrzê baregeheke artêşa Tirkiyeyê hebû, lewma vegera gundiyan a ji bo taxeke gund zehmet bû.
Niştecihê gundê Şêxûrzê Ehmed Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku li gorî agahiyên dê hêzên Tirkiyeyê ji gund derkevin û niştecih dê vegerin malên xwe.
Niştecihên gundên Şêxûrza Jorîn, Çiyê, Dêrwîş û Basilê jî ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê heta niha jî nikarin vegerin malên xwe.
Neviyên kalmêrê bi navê Omer Qere Osman termê wî ji Helebê veguhast gundê wî.
Qere Osman, di 81 saliya xwe de, sala 2023yan li Helebê koça dawî kiribû û termê wî li wir hatibû veşartin.
Lê belê dema derfet çêbû, neviyên wî li gorî wesiyeta kalikê xwe termê wî anî axa gundê wî.
Zêdetirî 8 hezar malbatan vegeriyan
Piştî peymana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê, heta 10ê Hezîrana 2026an 8 karwanên koçberên Efrînî vegeriyane.
Li gorî amaran, heta niha 8 hezar û 720 malbat vegeriyane û hezar û 300 malbat jî mane.


