Hewlêr (Rûdaw) - Di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" de hejmara xwendekarên ku zaravayên Kurdî hilbijartine gihîşt lûtkeya dîrokî.
Kurmancî beşa herî mezin a xwendekaran pêk tîne û daxwaza herî zêde jî li Amed, Mêrdîn û Êlihê ye.
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de daxwaza ji bo zaravayên Kurdî derket asta herî bilind a salên dawî.
Li gorî amarên di pêşkêşiya ku ji aliyê Memur-Sen û Lêkolînên Rawestê ve hatiye amadekirin de, bi giştî 37 hezar û 406 xwendekaran li ser bingeha Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" hilbijart.
Di çarçoveya dersê de 30 hezar û 441 xwendekaran Kurmancî û 4 hezar û 488an jî Zazakî hilbijart.
Hezar û 890 xwendekaran hûrgiliyên dersê hilnebijartiye.
Her wiha 400 xwendekaran Adigeyî, 144an Boşnakî û 41an jî dersa Lazî hilbijartiye.
Bi vî awayî Kurmancî ji sedî 81,4ê hemû dersên zimanên zindî û Zazakî jî ji sedî 12yê wan pêk tîne.
Daxwaz herî zêde li Amed, Mêrdîn û Êlihê ye
Bajarê ku herî zêde xwendekaran dersa Kurmancî lê hilbijartiye bi 7 hezar û 421 xwendekaran Amed e.
Piştî Amedê bi 6 hezar û 58 xwendekaran Mêrdîn tê.
Êlih bi 4 hezar û 694 xwendekaran di rêza sêyem de ye.
Colemêrg bi 3 hezar û 226 xwendekaran û Wan jî bi 2 hezar û 971 xwendekaran li pey wan tên.
Li Şirnexê 2 hezar û 256, li Agiriyê hezar û 16 û li Rihayê 939 xwendekaran dersa Kurmancî hilbijart.
Her wiha li Bedlîsê 676, li Sêrtê 565, li Mêrsînê 324 û li Mûşê jî 183 xwendekaran ev ders hilbijart.
Li gorî amaran tenê Amed, Mêrdîn û Êlih nêzîkî ji sedî 60ê xwendekarên ku dersa Kurmancî hilbijartine pêk tînin.
Amed bi tenê serê xwe mazûvaniya nêzîkî çaryeka xwendekarên li seranserê welêt dike.
Li hinek bajaran zêdebûn, li hinek bajaran kembûn heye
Dema ku salên perwerdeyê yên 2024-2025 û 2025-2026an tên berhevkirin, meyleke yekalî nayê dîtin.
Hejmara xwendekarên ku dersa Kurmancî hilbijartine li Bedlîsê ji sedî 47, li Wanê ji sedî 31, li Agiriyê ji sedî 17, li Êlihê ji sedî 14 û li Şirnexê jî ji sedî 12 zêde bû.
Li hemberî vê yekê, li Rihayê ji sedî 35, li Colemêrgê ji sedî 16, li Amedê ji sedî 10 û li Mêrdînê jî ji sedî 5 kêmbûn hat tomarkirin.
Navenda Kirmanckiyê Çewlîg e
Bajarê ku xwendekarên dersa Kirmanckî (Zazakî) lê herî zêde ne bi 3 hezar û 21 xwendekaran Çewlîg e.
Piştî Çewlîgê Amed (hezar û 285) û Dêrsim (171) tên.
Di pêşkêşiyê de hat diyarkirin ku Amed wekî navenda Kurmanciyê derdikeve pêş.
Her wiha Amed yek ji wan bajarên kêm e ku her du zarava jî lê bi awayekî zêde tên hilbijartin.
Rêjeya xwendekarên keç û kur nêzîkî hev e
Ji xwendekarên ku dersa Kurmancî hilbijartine 15 hezar û 631 kur in û 14 hezar û 810 jî keç in.
Li gorî vê yekê ji sedî 48,7ê xwendekaran keç û ji sedî 51,3yê wan jî kur in.
Amar nîşan didin ku daxwaza ji bo dersa bijarte ya Kurdî ji aliyê zayendî ve bi awayekî hevseng dabeş bûye.
Daxwaza herî bilind a 15 salan
Li gorî amarên demdirêj ên di pêşkêşiyê de, daxwaza ji bo dersên bijarte yên zaravayên Kurdî lûtkeya berê ya sala 2015an li pey xwe hişt.
Li gorî encaman, hejmara xwendekarên daxwazkar di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de gihîşt nêzîkî 59 hezaran û derket asta herî bilind a 15 salên dawî.
Li gorî amaran, daxwaza giştî ji asta herî nizm a sala 2020î û vir ve ji sedî 295 zêde bûye.
Rekora berê ya sala 2015an jî bi qasî ji sedî 60 hatiye derbaskirin.
Di pêşkêşiyê de hat destnîşankirin ku ev rêze hejmara "xwendekarên ku ders hilbijartine" esas digire û ji hejmara xwendekarên di tabloyên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê yên derbarê hûrgiliyên dersan de cuda ye.
Tayînkirina mamosteyan li herêmên ku daxwaz lê zêde ye tê kirin
Li gorî pêşkêşiyê, mamosteyên Kurdî bi piranî li navçeyên bajarên Bakurê Kurdistanê dixebitin.
Hat diyarkirin ku dabeşkirina mamosteyan bi piranî li gorî bajarên ku daxwaza xwendekaran lê zêde ye pêk hatiye.
Her wiha hat destnîşankirin ku ji xeynî çend bajarên wekî Stenbol û Antalyayê ku koçberan werdigirin, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tayînkirina mamosteyên Kurdî gelekî sînordar e.
Tabloya amaran:
Xwendekar bi giştî: 37 hezar û 406
Kurmancî: 30 hezar û 441 (ji sedî 81,4)
Kirmanckî: 4 hezar û 488 (ji sedî 12,0)
Bajarê ku herî zêde xwendekar lê ne: Amed (7 hezar û 421)
Para 3 bajarên destpêkê: Ji sedî 60
Xwendekarên keç: 14 hezar û 810 (ji sedî 48,7)
Xwendekarên kur: 15 hezar û 631 (ji sedî 51,3)
Zêdebûna ji 2020î û vir ve: Ji sedî 295
Zêdebûna li gorî rekora 2015an: Ji sedî 60



