Hewlêr (Rûdaw) - Şirketên firokevaniyê yên Tirkiyeyê ku ji ber êrişên mûşek û dronan geştên xwe yên Hewlêr û Silêmaniyê bi awayekî demkî rawestandibûn, careke din dest bi geştên xwe kir.
Rayedarekî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ragihand ku şirketên firokevaniyê yên Tirkiyeyê geştên xwe yên ber bi Herêma Kurdistanê ve asayî kirine.
Ji ber êrişên mûşek û dronan ên Îranê, ji 17ê Tîrmehê ve Şirketa Rêhewayên Tirkiyeyê (THY), Pegasus û AJetê geştên xwe yên ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve rawestandibûn.
Rayedarê balafirgehê diyar kir ku îro 2 şirketên firokevaniyê yên Tirkiyeyê geştên xwe yên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ve pêk anîne.
Geşta Stenbol-Silêmaniyê
Li gorî amarên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê jî, balafira Stenbol-Silêmaniyê ya Pegasusê îro sibehê saet 06:50yî li Silêmaniyê venişt.
Balafir saet 08:02yan careke din ber bi Stenbolê ve bi rê ket.
Li aliyê din, di vê pêvajoyê de geştên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ji aliyê Fly Erbil û Iraqi Airwaysê ve bê navber didomiyan.
Hat destnîşankirin ku şirketên firokevaniyê yên Tirkiyeyê biryarên xwe yên destpêkirin an rawestandina geştên Hewlêr û Silêmaniyê, li gorî nirxandinên hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser rewşa ewlehiyê û qada asmanî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê didin.



