Amed (Rûdaw) - Biryara vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê li Amedê bû cihê kêfxweşiyê.
Karsaz û pîşesazên bajêr bi salan e li hêviya vekirina wî deriyî ne.
Lewra ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê, hinartina herêmê û ya Amedê ya ji bo Sûriyeyê derbeyeke mezin xwaribû.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku wan ji bo vekirina derî bi Sûriyeyê re li hev kiriye
Bolat diyar kir ku dê heta serê sala 2027an ew derî were vekirin.
Vê yekê jî hêviyên karsaz û pîşesazên bajêr geş kirin.
Hêviyên karsazên Amedê geş bûn
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat, piştî hevdîtina bi Serokê Îdareya Giştî ya Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Quteybe Ehmed Bedewî re ragihandibû ku dê heta serê sala 2027an Deriyê Sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê were vekirin.
Biryara vekirina derî li seranserê herêmê û bi taybetî jî li Amedê deng veda.
Plana vekirina derî, hêviyên karsaz û pîşesazên Amedê yên ku çavên wan li bazara Sûriyeyê ne geş kirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya got:
“Îro lojîstîk ango veguhastin ji hilberînê jî bihatir e. Hûn îro dikarin berhemekê bi erzanî hilberînin lê lêçûnên lojîstîkê dikarin hêza we ya rikaberiyê kêm bikin.
Ji ber vê yekê heta Deriyê Nisêbînê neyê vekirin ne pêkan e ku qebareya bazirganiyê ya vê herêmê ne bi Îraqê re ne jî bi Sûriyeyê re zêde bibe.
Eger Deriyê Nisêbînê neyê vekirin em dê di bazirganiya her du aliyan de her tim kêmbûneke dramatîk bibînin.
Ji ber vê divê gavek berî gavekê Deriyê Nisêbînê were vekirin.”
Dixwazin rasterast cih bigirin
Pîşesaz û karsazên Amedê dixwazin di avadankirina Sûriyeyê ya ku ji ber şer wêran bûye de rasterast cih bigirin.
Ew dixwazin bi rêya wî deriyî hinartina Amedê ya ji bo Sûriyeyê jî zêde bikin.
Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê Mustafa Fîdan jî li ser vê mijarê wiha axivî:
“Belê, bi salan e em têkoşîna vekirina Deriyê Nisêbîn û Qamişloyê didin.
Eger ew derî were vekirin dibe ku em karibin xisara ku ji ber deriyê Xabûrê (Îbrahîm Xelîlê) li me ketiye ji Deriyê Nisêbînê qerebû bikin.
Hûn dizanin Sûriye ji nû ve tê avadankirin. Lewma em çûn em li Sûriyeyê geriyan û me dît. Em bi pîşesazên xwe re beşdarî fuarê bûn.
Niha li Sûriyeyê bazareke mezin heye. Ji bo em karibin ji vê bazarê para xwe bigirin divê Deriyê Nisêbînê jî di nav de hemû derî werin vekirin da ku em xisara xwe qerebû bikin.”
Di navbera her du welatan de bi giştî 6 deriyên sînorî hene û 5 ji wan çalak in.
Deriyê Nisêbîn û Qamişloyê ji ber şerê navxweyî tam 15 sal in girtî ye.
Lê niha, ew deriyê ku 15 sal in bêdeng e, ji bo rûpeleke nû ya bazirganiya her du welatan ji nû ve tê amadekirin.

.jpg&w=3840&q=75)

