Kobanî (Rûdaw) - Li navbera navçeya Menacîrê û bajarê Serê Kaniyê 2 kes ji aliyê komên çekdar ên nenas ve hatin revandin.
Çekdaran wêneyê yekî ji wan ê bi zincîran girêdayî ji malbata wî re şand û ji bo berdana wan 600 hezar dolar xwestin.
Mihemed Îsmaîl Qadirê 52 salî û şofêrê wî Wîso Salih Hoşanê 25 salî, şeva 14ê Tîrmeha 2026an hatin revandin.
Dema ku Mihemed Îsmaîl Qadir û şofêrê wî Wîso Salih Hoşan li ser sondajê (amûra bîrkolandinê) dixebitîn, ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.
Mihemed Îsmaîl Qadir 30 sal in li ser sondajê dixebite û bavê şeş zarokan e.
“Ma kî dikare 600 hezar dolaran bide?”
Rola her roj bi çavên xemgîn li wêneyê bavê xwe yê bi zincîran girêdayî dinêre.
Paşê, dengek ji telefona wê bilind dibe,ku dengê bavê wê ye û ji malbata xwe dixwaze wî rizgar bikin.
Keça wî Rolayê ji Rûdawê re qala çîroka revandina bavê xwe kir û got:
“Bavê min û şofêrê wî li navbera Menacîr û Serê Kaniyê li ser sondajê (xeraz) dixebitîn û bîr dikolan.
14ê Tîrmehê agahî ji wan qut bû. Piştî hefteyekê agahî ji me re hat ku winda ne û ji aliyê komeke nenas ve hatine revandin.”
Rolayê da zanîn ku çekdar ji malbata wê 600 hezar dolar dixwazin û malbat di rewşeke gelekî xerab de ye ku nikarin wî pereyî peyda bikin û wiha pê de çû:
“Bav pişta me ye. Ku bavê me tune be, ji xwe rewşa me xerab e. Ev hefteyek e halê me ne ti hal e û em tim aciz in.
Me bawer nedikir ku bavê me bi vê zilmê re rûbirû bimîne, bi zincîran were girêdan û wêne ji me re werin. Ma 600 hezar dolar kî dikare bide?”
“Sûcekî şer e”
Parêzer Ewas Elî jî li ser vê bûyerê axivî û da zanîn ku ev ne cara yekem e ku bûyerên revandinê çêdibin.
Li gorî wî, revandin û daxwazkirina pereyan sûcekî giran e ku li gorî qanûnan nayê qebûlkirin û divê hikûmet bi erkên xwe rabe.
Ewas Elî got, “Di vê demê de ku karekî wiha tê meşandin û rêxistinkirî ye û armanca wê jî diyar e.
Evv li gorî qanûnên navneteweyî karek e ku li hemberî mafên mirovan tê meşandin. Her wiha ev wekî sûcekî şer e, ji ber ku tu miletekî ditirsînî.”
Niha Mihemed Îsmaîl û şofêrê wî li cihekî ne diyar in û malbatên wan tenê li benda wê rojê ne ku ew bi sax û silametî vegerin malên xwe.


