Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de, pêngavên yekxistina sektora tenduristiyê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Parêzgeha Hisîçayê Dr. Xalid Xalid li ser plansaziya bipêşvebirina binesaziya tenduristiyê û berfirehkirina xizmetguzariyên bijîşkî ji Rûdawê re axivî.
Xalid Xalid da zanîn ku wan li parêzgeha Hisîçayê dest bi yekxistina sektora tenduristiyê kiriye.
Bi gotina Xalid Xalid hezar û 448 karmendên Rêveberiya Xweser peymanên fermî îmze kirin.
Wî da zanîn ku bawernameyên Zanîngeha Rojava ji bo sererastkirinê radestî wezaretê hatin kirin.
Birêvebirê Saziya Tenduristiyê ya Hisîçayê her wiha eşker kir ku li Serê Kaniyê, Şedadê û Dêrikê kêmasiya bijîşkan heye.
Dr. Xalid Xalid pirsên me ên li ser mijarê bersivandin:
Rûdaw: Pêvajoya yekxistina sektora tenduristiyê li parêzgeha Hisîçayê gihiştiye kîjan astê û rêjeya serkeftinê heta niha çend e?
Xalid Xalid: Bê guman ev mijara yekxistinê ye. Em dibe ku birêvebiriya yekem bin ku me nêzîkî 18ê Sibatê dest bi yekxistinê kiriye. Pêvajo yekxistineke saziyan e, ne tenê yekbûna kadroyan e.
Ev pêvajoyeke hevgirtî ye ji bo yekxistina sektora tenduristiyê wekî binesaziyeke sazûmanî, ne tenê wekî binesaziyeke îdarî. Pêvajo bi tomarkirin û çêkirina daneyan ji bo karmendên ku di nav saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin û hîn li ser karê xwe ne dest pê kir.
Ev pêvajo di mehên Nîsan û Gulanê de pêk hat, ew hatin tomarkirin û dateyeke berfireh ji bo bawername, dîroka ji dayîkbûnê û hemû tiştên girêdayî kar û barên wan ên taybet hat danîn.
Her wiha, yekxistina hinek saziyên din ên girêdayî birêvebiriya Tenduristiyê jî li xwe girt. Helbet, li ser van dosyeyan zêdetirî civînekê di navbera Wezareta Pêşxistina Îdarî û birêz parêzgar û wezîrên pêwendîdar de çêbû.
Di dawiyê de, ev nav ji nû ve hatin parzûnkirin ji bo gihîştina datayeke dawî. Hezar û 448 navên me hene ku mercên teknîkî, pîşeyî û yasayî ji aliyê cureya bawername û lîsansên ku wergirtine ve pêk tînin û 184 navên me hene ku pêdiviya wan bi temamkirina proseduran heye.
Bi taybetî prosedurên erêkirina bawernameyê hene û ew di bin cîbicîkirinê de ye. Bê guman, ev yek li ser bawernameyên pola nehem û bekeloryayê (pola donzdehem) yên ku ji Rêveberiya Xweser wergirtine û her wiha bawernameyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Şerq e.
Rûdaw: Di encamê de rêjeya serkeftinê ya di pêvajoya yekxistina sektora tenduristiyê de gihiştiye çendî?
Xalid Xalid: Me pêvajoya tomarkirinê bi dawî anî û me dest bi peymanan kir. Peymanên sêşema borî dest pê kir, erêkirin ji bo peymana bi hezar û 448 navan re ji sektora tenduristiyê hat. Wan dest bi pêvajoya peymanê kirin ku ew pêvajo dawî ne ji bo pêvajoya yekxistina kar.
Derbarê pêvajoya yekxistina saziyan de, saziyên ku girêdayî Rêveberiya Xweser bûn û di bin milkiyeta wezaretê de ne hatin yekxistin. Ew jî Nexweşxaneya Dêrikê, Nexweşxaneya Qamişloyê, Nexweşxaneya Şedadê û Nexweşxaneya Niştimanî ya Hisîça û navendên tenduristiyê ne.
Kar niha ji destpêka meha nîsanê yan jî dawiya meha adarê ve dest pê kiriye û ew di bin zagon û rêziknameyên wezaretê de dixebitin û rasterast ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi rêya Rêveberiya Tenduristiyê tên piştgirîkirin.
Derbarê dosyeya îdarî de, hezar û 448 kes kaxezên wan mercan pêk tînin û wan dest bi peymanê kiriye. 184 nav mane ku em li benda biryarên sererastkirinê ne. Bê guman ev nayê wê wateyê ku yekxistin tenê ji bo Rêveberiya Xweser bû, her wiha Nexweşxaneya Serê Kaniyê jî heye ku nexweşxaneyeke girêdayî Tirkan bû.
Bi vekişîna Tirkan re ji ber girtina deriyê sînorî erêkirin hat û heta îro peyman bi endamên Nexweşxaneya Serê Kaniyê re hatiye kirin. Dosyeya yekxistinê dosyeyeke hevgirtî ye û armanca wê berdewamiya kar û piştgiriya sektora tenduristiyê ye. Herwiha peydakirina derfetên kar e ji bo kesên ku xebitîne û hîn jî dixebitin û rêlibergirtina her prosedureke ku bandorê li karê wan bike.
Rûdaw: Li ser derçûyên Zanîngeha Rojava, dê çawa rewşa wan û xwediyên bawernameyên bê çareserkirin ku pêdiviya wan bi sererastkirinê heye?
Xalid Xalid: Tamam, bi rêya Wezareta Pêşxistina Îdarî daxwazek ji me re hat da ku em navên wan û cureya bawernameyan tomar bikin. Sê cureyên me hene:
Yekem, derçûyên Zanîngeha Rojava ne. Duyem, kesên ku bawernameyên bekelorya an nehem ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser wergirtine. Koma dawî jî bijîşk an bawernameyên tenduristiyê yên derçûyên derveyî welêt in ku bawernameyên wan li Wezareta Tenduristiyê yan Wezareta Perwerdehiyê nehatine sererastkirin.
Mijar ne li cem Wezareta Tenduristiyê ye, biryara derbarê bawernameyên nehem û bekeloryayê de ya Wezareta Perwerdehiyê ye û li ser vê mijarê kar heye. Ez nikarim bersiva wan bidim lê li gorî bawerî û zanyariyên min kar û bar ber bi rêya rast ve diçin ji bo erêkirina bawernameyan lê pêvajoyên yasayî hene ku divê bên kirin.
Heman mijar derbarê Zanîngeha Rojava jî heye, mijar li Wezareta Xwendina Bilind e, pêvajoyên taybet bi wezaretê hene û civîn çêbûne lê ne di bin desthilata me de ne. Em bi hêvî ne ku ji bo yekxistina saziyên taybet bi Wezareta Xwendina Bilind re li gel Zanîngeha Rojava tiştên erênî çêbibin.
Her wiha erêkirina bawernameyên polên nehem û donzdehan yên ku ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser wergirtine, ez bawer dikim ku kar û bar ber bi rêya rast û erênî ve diçin.
Rûdaw: Pêdiviya parêzgeha Hisîçayê bi çend kadroyên bijîşkî heye?
Xalid Xalid: Niha şeş nexweşxaneyên me hene. Nexweşxaneya Niştimanî ya Hisîçayê, Nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişloyê, Nexweşxaneya Niştimanî ya Serê Kaniyê, Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrikê û Nexweşxaneya Şedadê. Niha planeke me ji bo jinûvevekirina Nexweşxaneya Zarokan heye.
Bê guman ji bo her nexweşxaneyekê binesaziyek heye û 104 navendên me yên tenduristiyê û kadroyên ku di bernameyên tenduristiyê yên cuda de dixebitin hene. Niha hejmareke diyarkirî tune ye ji ber ku binesazî temam nebûne lê pêdiviya Rêveberiya Tenduristiyê bi derdora 5 hezar karmendî heye, di nav de teknîsyen, perestar, bijîşk, karker, bikarhêner û karkerên xwedî ezmûn hene.
Rûdaw: Niha piştî yekxistinê çend hene?
Xalid Xalid: Niha hezar û 448 ji Desteya Tenduristiyê, derdora 2 hezar û 300 kadroyên birêvebiriyê hene. Derçûyên Zanîngeha Rojava ku em li benda sererastkirina bawernameyên wan in jî hejmara wan 184 e, ev li cem me hene. Yanî hejmar niha derdora 4 hezar û 200 heta 4 hezar û 300î ye. Lê pirsgirêkeke me li Hisîçayê heye ku ew jî belavbûna nebaş a kadroyên îdarî ye.
Li bajarên Qamişlo û Hisîçayê hejmareke mezin a kadroyan heye lê li hinek deveran kêmasî heye, bi taybetî ji aliyê bijîşkan ve. Em kêmasiya bijîşkan li Serê Kaniyê, Şedadê û Dêrikê dikişînin. Her wiha kêmasiyeke dijwar a bijîşkên ku li navendên gundan dixebitin heye.
Rûdaw: We behsa vekirina Nexweşxaneya Zarokan a li Hisîçayê kir, ma demek diyarkirî heye? Dê kengî bê vekirin?
Xalid Xalid: Me hêvî dikir ku em bi destpêka meha îlonê dest pê bikin lê pêvajoyên endezyariyê ji bo amadekirina nexweşxaneyê bi awayekî baş hene. Em hêvî dikin ku vebûn di destpêka meha îlonê yan destpêka meha çiriya pêşîn de be.
Kadroyên îdarî û perestar amade ne û hinek pispor li Nexweşxaneya Niştimanî ya Hisîçayê dixebitin. Nexweşxaneya Zarokan dê barê li ser Nexweşxaneya Niştimanî ya Hisîçayê sivik bike ji ber ku beşên zarokan her dem tijî ne û pêdiviya me bi nivînên zêde heye.
Înşallah vebûn dê di nêzîk de pêk were. Komîteyek ji berpirsên birêvebiriyê wekî beşa sazî, çavdêrî, kar û barên îdarî û endezyariyê ji bo lêkolîna rewşa avahî, amûr û pêdiviyan hatiye avakirin. Em hêvî dikin ku vebûn di meha îlonê de be û em ê bi kapasîteya 40 heta 50 nivînan di destpêkê de dest pê bikin.
Rûdaw: Li ser projeya navenda çareseriya penceşêrê ya li parêzgeha Hisîçayê çi heye?
Xalid Xalid: Axaftineke xweş e û ez bi rêya Rûdawê dibêjim, planek ji bo avakirina navendeke çareseriya penceşêrê ya li parêzgeha Hisîçayê heye.
Hûn rewşa nexweşên penceşêrê û zehmetiyên wan ên bi rêwîtiyê re dizanin. Navend dê ji bo dermankirina kîmyawî ya penceşêrê be û ne tîrêjî be. Ji ber ku çareseriya tîrêjî dereng dimîne çimkî pêdivî bi pêvajoyên girêdayî Saziya Enerjiya Atomê heye.
Em li ser lêkolînê dixebitin û planek ji wezaretê heye ji bo avakirina navendekê li parêzgeha Hisîçayê ji bo çareseriya kîmyawî ya penceşêrê. Beşa Penceşêrê ya Wezareta Tenduristiyê li ser avakirina vê navendê dixebite.
Rûdaw: Ji bo vekirina vê navendê çi qasî dem ji we re lazim e?
Xalid Xalid: Di mijara amadekirina navendê de tişta herî girîng kadro ne û komek bijîşkên penceşêrê û xwînê di navbera Hisîça û Qamişloyê de li cem me hene. Navend pêdivî bi du-sê mehan heye. Em hêvî dikin ku di meha çiriya pêşîn de be.
Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser asta piştgiriya Wezareta Tenduristiyê ye ku dide birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Hisîçayê, ev çi qas e û di kîjan warî de ye?
Xalid Xalid: Helbet piştgiriya wezaretê bingeha kar e û ew piştgiriya darayî, teknîkî û lojîstîkî dide me. Hevahengî bi rêxistinan re bi rêya Wezareta Tenduristiyê pêk tê. Budceyên taybet ji bo birêvebiriya Tenduristiya Hisîçayê tune bûn ji ber ku piraniya saziyan ne girêdayî wê bûn.
Ji dema ku me dest bi kar kir, me dest bi avakirina aliyê darayî kir ji bo piştgiriya birêvebiriyê. Niha hinek tişt navendî bi rêya Wezareta Tenduristiyê û hinek jî bi rêya rêxistinan tên dabînkirin lê me daxwaza sererastkirina budçeyan kir ji bo dagirtina kêmasiyan.
Em ji bîr nekin ku şeş nexweşxaneyên mezin hene ku pêdivî bi piştgiriyeke mezin heye. Mînak, em ji bo dabînkirina elektrîkê xwe dispêrin jeneratoran û ev yek zehmetiyeke mezin di dabînkirina sotemenî û sererastkirinê de çêdike.
104 navendên me yên tenduristiyê li seranserê parêzgehê belav bûne û navendên me yên wêrankirî û neamade hene. Wezaret piştgiriyeke mezin dike lê em her dem hêvî dikin ku piştgirî zêde bibe. Sozên mezin ji bo baştirkirina budceyan hene û em ji bîr nekin ku em di nîvê sala darayî de ne. Înşallah piştgiriyeke mezin ji bo birêvebiriyê û parêzgeha Hisîçayê û herêma rojhilat bi giştî tê.
Rûdaw: Gelek spas dikim Birêvebirê Tenduristiyê yê Hisîçayê Dr. Xalid Xalid, hûn ji Hisîçayê mêvanê min bûn.
Xalid Xalid: Spas ji bo Rûdawê ji bo vê mêvandariyê.


