Hewlêr (Rûdaw) - Keşeyê Dêra Kurdî Nîhad Hesenê ku beriya 2 hefteyan li Efrînê ji ber parvekirinên xwe yên li ser torên civakî hatibû desteserkirin, hat berdan.
Berpirsekî ji Dêra Kurdan a li Libnanê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji AFPyê re axivî û diyar kir ku Keşeyê Dêra Kurdî Nîhad Hesen doh êvarî derdora saet 17:00an hatiye berdan.
Hat ragihandin ku Nîhad Hesen ji ber sedemên ewlehiyê dê vegere Libnanê.
Wî berpirsî got, "Mayîna wî ya li Sûriyeyê hem ji bo wî hem jî ji bo malbata wî metirsîdar e."
Dêrê hefteya borî ragihandibû ku Keşe Nîhad Hesen ji ber hinek parvekirinên xwe li ser hesabên torên civakî ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye desteserkirin.
Hinceta desteserkirinê
Rayedarekî Sûriyeyî yê herêmî jî eşkere kiribû ku Hesen li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi hinceta "parvekirinên ku kîna dînî sor dikin" hatiye desteserkirin.
Hat îdiakirin ku li ser hesabekî Facebookê yê bi navê wî, parvekirineke li dijî Misilmanan hatiye dîtin.
Keşe Nîhad Hesen sala 2008an bûbû Mesîhî û ew berê jî gelek caran diçû serdana Rojavayê Kurdistanê.
Hat gotin ku wî vê carê plan dikir ku li herêmê bi cih bibe.
Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ya ku Kanûna Pêşîn a 2024an hat ser desthilatê, soz dabû ku dê kêmneteweyan û Xirîstiyanan biparêze.
Lê belê piştî êrişa li ser dêreke li Şamê ya Hezîrana 2025an, dilgiraniyên li ser ewlehiya kêmneteweyan zêde bûne.



