Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, hewldanên xwe yên ji bo guhertina demografiya Bakurê Kurdistanê zêde kirin.
Li gorî zanyariyan, Enqere bi sedan malbatên Tirkên Ahiska (Tirkên Mesketî) vediguhêze.
Enqere van malbatan li Bakurê Kurdistanê bi cih dike û bi vî awayî hevsengiya nifûsa herêmê diguhere.
Li gorî plana hikûmeta Tirkiyeyê, ev pêvajo bi çend qonaxan bi rê ve diçe.
Qonaxa herî dawî jî îro hat cîbicîkirin.
Di vê qonaxê de 371 malbatên Tirkên Ahiska li navçeya Xêlatê ya Bedlîsê hatin bicihkirin.
Ji aliyê dewletê ve ji bo van malbatan xanî hatine çêkirin û ew dê di wan xaniyan de bimînin.
Ev gav ne tiştekî nû ye
Bicihkirina Tirkan a li bajarên Bakurê Kurdistanê ne tiştekî nû ye.
Beriya vê gavê jî di navbera 20-26ê Sibata 2024an de, 218 malbatên din li heman navçeyê hatibûn bicihkirin.
Pêla nû ya bicihkirina Tirkên Ahiska ya li bajarên Kurdan, piştî sala 2016an ket qonaxeke nû.
Wê demê ji ber şerê li herêma Xarkîvê ya Ukraynayê, 72 malbatên Tirkên Ahiskayê anîn Bakurê Kurdistanê.
Ev malbat li navçeya Çimînê ya Erzinganê û navçeya Xêlatê ya Bedlîsê bi awayekî mayînde hatin bicihkirin.
Piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê yê sala 2022yan, Tirkiyeyê biryar da ku 3 hezar û 500 Tirkên Ahiskayê bîne.
Tirkiyeyê ji bo wan li bajarên Bakurê Kurdistanê cih û war peyda kirin.
Tirkên Ahiska kî ne?
Tirkên Ahiska bi eslê xwe ji herêma Ahiskayê ne. Ev herêm li ser sînorê Gurcistan, Azerbeycan û Tirkiyeyê ye.
Tirkên Ahiska di dîrokê de rastî gelek koçberiyan hatine.
Yekîtiya Sovyetan sala 1944an ew ber bi Ozbekistan û Qazaxistanê ve sirgûn kirin.
Piştî "Bûyerên Ferganayê" yên sala 1989an, ew neçar man û wan berê xwe da Rûsya, Ukrayna û Azerbeycanê.
Tirkiyeyê sala 1992yan bi "Qanûna Koça Azad" deriyên xwe ji wan re vekirin.
Lê belê, di destpêkê de ev koçber li bajarên wekî Bursa, Stenbol, Îzmîr û Antalyayê dihatin bicihkirin.
Armanca vê yekê xurtkirina nifûsa Tirkan a li wan bajaran bû.
Li Bakur "giravên nifûsa Tirk" tên avakirin
Pispor û çavdêrên siyasî balê dikişînin ser wê yekê ku di salên dawî de guhertina cihê van koçberan ne tesaduf e.
Şandina wan a li bajarên Kurdan wekî berdewamiya polîtîkayên sedsalî yên dewletê tê dîtin.
Dewlet bi vê gavê armanc dike ku li Bakurê Kurdistanê "giravên nifûsa Tirk" ava bike.
Ev guherîna demografîk dibe sedem ku Kurd li ser axa xwe hêza xwe ya biryardanê û nûnertiya siyasî winda bikin û di demeke dirêj de bibin kêmnetewe.



