Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bavekî dema xwest hevjîna xwe û zarokê xwe yên ku ketibûn çem rizgar bike xeniqî.
Welatiyê bi navê Ridvan Çetînkaya doh dema ku li taxa Kandaharê ya navçeya Bêgiriyê ya Wanê bi malbata xwe re li seyranê bû, ji bo rizgarkirina hevjîna xwe û zarokê xwe, xwe avêt nava Çemê Bendîmahiyê.
Bav piştî demekê ber bi pêlên avê ket û winda bû.
Dayîk û zarok hatin rizgarkirin
Bi alîkariya welatiyên li deverê, dayîk û zarok ji avê hatin derxistin û ji aliyê tîmên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û di nava çem de ji bo dîtina Ridvan Çetînkaya dest bi xebatê kir.
Termê wî di encama xebatên lêgerînê de ji aliyê tîman ve hat dîtin.



