Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şeva borî li Şama paytexta Sûriyeyê bi awayê fermî daxuyand ku erkê HSDyê bi dawî bûye.
HSD dê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdarî ve bibe beşek ji dewleta Sûriyeyê.
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî şeva 25ê Tebaxa 2026an li Şamê biryareke dîrokî da.
Mezlûm Ebdî bidawîbûna erkê HSDyê eşkere kir.
Beriya vê biryarê, Mezlûm Ebdî 20ê Tebaxa 2026an jî bi awayê fermî ragihandibû ku HSD dê ji aliyê leşkerî û îdarî ve tevlî dewleta Sûriyeyê bibe.
Pêvajoya hevdîtin û peyman
Piştî ku desthilata Beşar Esed rûxiya, pêvajoyeke nû ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû.
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara 2025an li ser rêkeftineke ku ji 8 xalan pêk tê li hev kiribû.
Lê Rêveberiya Xweser 29ê Adara 2025an diyar kiribû ku ew hinek biryarên hikûmetê qebûl nakin.
Ehmed Şer Çiriya Pêşîn a 2025an da zanîn ku mafên Kurdan di destûra nû de parastî ne.
Piştî van hevdîtin û gotûbêjan, her du alî gihiştin peymana dawî û HSD bi fermî tevlî dewletê bû.
Dîrok û avabûna HSDyê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 11ê Çiriya Pêşîn a 2015an li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin.
Armanca sereke ya HSDyê ew bû ku "Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî" were avakirin.
Ew di heman demê de hêza fermî ya Rêveberiya Xweser bû.
HSD hevpeymaniyeke leşkerî ya piralî bû. Pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û hinek komên din pêk dihat.
Pêkhateyên sereke û hevsengiya neteweyan
Hêzên sereke û pêşeng ên di nav HSDyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bûn.
Komên din ên girîng ev bûn:
Hêzên Senadîdê: Milîseke bi hêza 5 hezar kesan a ji eşîra Şemer a Ereb.
Lîwaya Şoreşgerên Reqayê: 800 şervanên Sunnî yên ji Reqayê.
Artêşa Şoreşgeran: Konfederasyoneke piralî ya ji bakurê Sûriyeyê bi 1500 şervanan.
Volkana Feratê: Yekîtiyeke Kurdên ne di nav YPGyê de û endamên berê yên Artêşa Azad a Sûriyeyê.
Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Ji Asûrî û Suryaniyan pêk dihat, bi nêzîkî hezar şervanan.
Vê hevalbendiyê, bi 25 hezar şervanên YPG û YPJyê re, di têkbirina DAIŞê de roleke bingehîn lîst.
Di navbera sala 2015an û têkçûna DAIŞê ya Adara 2019an de, HSDyê ragihand ku wan zêdetirî 10 hezar şehîdan dane.
Ji bo Amerîkayê derfetek bû
Ji bo Amerîkayê, avakirina hêzeke hevpar derfetek bû da ku Kurd, Ereb, Xiristiyan û komên din di bin banekî de kom bibin.
Amerîka hêvî dikir ku ev hêz di paşerojê de bibe bingeheke ji bo hikûmeteke Sûriyeyî ya demokratîk.
Di destpêka sala 2019an de, yek ji sêyemînê leşkerên HSDyê Ereb bûn.
Lê dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Çiriya Pêşîn a 2019an biryara vekişîna leşkerên xwe da, Tirkiyeyê êrişî herêmê kir û ev yek bû sedema guherînên mezin li ser erdê.
Destkeftiyên leşkerî û şerê DAIŞê
HSDyê di dema erka xwe de li hemberî gelek koman şer kir.
Dijberên wê yên sereke DAIŞ, komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dikir û komên ser bi El Qaîdeyê ve bûn.
HSDyê derbên giran li DAIŞê dan û gelek deverên girîng ji destê wan derxistin.
Şervanên HSDyê rêxistina DAIŞê ji Hol, Şedadê, Bendava Tişrînê, Minbic, Tebqa û Reqaya ku wekî paytexta xwe îlan kiribûn, derxist.
Bipêşketinên nû û peymana bi Şamê re
Di Kanûna Pêşîn a 2024an de, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ya bi serokatiya Ehmed Şer êrişeke mezin bir ser Şamê û paytext kontrol kir.
Beşar Esed û malbata wî ji welêt reviyan û hikûmeteke demkî hat avakirin.
Di vê navberê de, ji ber givaşên hikûmeta nû ya demkî, HSDyê kontrola li ser hinek herêmên wekî Reqa û Dêrezorê winda kir.
Di encamê de HSDyê bi Şamê re peymaneke berfireh îmze kir.
Li gorî peymanê, yekîneyên leşkerî yên HSDyê dê gav bi gav tevlî avahiyên parastina neteweyî yên Sûriyeyê bibin.
Her wiha zeviyên enerjiyê, xalên sînor û navendên girtiyan dê radestî dewletê werin kirin.
Li hemberî vê, garantî hat dayîn ku dê mafên sivîl û çandî yên Kurdan werin naskirin û parastin.


