Amed (Rûdaw) - Li Çiyayê Qerejdaxê yê ku di nav sînorên Amed, Mêrdîn û Rihayê de ye demsala çandin û hişkkirina firingiyan berdewam dike û karkerên demsalî ji bo qûtê mala xwe kedeke mezin didin.
Firingiyên (bacanên sor) ku li herêma Çiyayê Qerejdaxê tên çînin, piştî pêvajoya hişkkirinê dibin mêhvanên sifreyên navneteweyî.
Cotkarên herêmê firingiyan piştî amadekirinê dişînin fabrîqeyên li Îzmîr, Manîsa û Turgutluyê.
Cotkar balê dikişînin ser wê yekê ku berhemên wan pêşî digihîjin fabrîqeyan û ji wir jî wekî "zêrê sor" hinardeyî Ewropa, Rûsya û Amerîkayê tên kirin.
Ev firingî bi taybetî li restoranên navdar ên hamburger û pîzzayan ji bo sosan tên bikaranîn.
Di van salên dawiyê de berhemên firingiyan zêde bûne û ev kar ji bo cotkarên li Amed, Mêrdîn û Rihayê bûye çavkaniyeke baş a dahatê.
8 lîre dibin 180 lîre
Cotkar Remezan Çelîk got ku firingiyên ku ew bi bihayekî kêm difroşin piştî ku tên hişkkirin bi bihayekî baştir tên firotin û wiha behsa vê yekê kir:
“Em kîloyek firingî bi 8 lîreyan difroşin. Bazirgan wan distînin, hişk dikin û pişt re bi 140, 160 an jî 180 lîreyî difroşin. Firingiyan hişk dikin û dişînin Ewropa û Rûsyayê.”
Ji 14 kîlo firingî kîloyeke hişkkirî derdikeve
Delîl Çakmakê ku li Qerejdaxê ji bo hişkkirina firingiyan kargehek vekiriye, dibêje ku firingiyên ji cotkaran tên kirîn, tên jêkirin, xwêkirin û paşê di ber tavê de tên hişkkirin û lê zêde kir:
“Em xelkê Qerejdaxê ne. Me li vir ji bo cotkaran pêşangeha hişkkirinê vekiriye. Em kîloyek firingî ji wan bi 8 lîreyan dikirin, tînin vir, qet dikin, xwê dikin û li ber tavê hişk dikin.
Ji 14 kîlo firingî tenê kîloyeke hişkkirî derdikeve. Em heta êvarê ji bo kîloyek firingiyên hişk dixebitin. Em kîloyek firingiyên hişk bi 140 lîreyî difroşin.”
“Em mecbûr in bixebitin”
Berhemên firingiyan ne tenê ji cotkaran re çavkaniya dahatê ne, ew berhem di heman demê de dibin deriyê debarê yên gelek karkerên demsalî ku ji deverên cuda tên Qerejdaxê û di karên hişkkirina firingiyan de dixebitin.
Turkan Sumera karkera demsalî diyar kir ku dahata wan a ji vî karî têra wan nake lê ew neçar in ji bo debara malbatê bixebitin û got:
“Tiştekî ku em bêjin em pê kêfxweş in nakeve destê me. Bi zorê em pê debara xwe dikin.”
Ahmet Bozkuş jî destnîşan kir ku ew salekê nêzîkî şeş mehan di karên demsalî de dixebite û rewşa xwe wiha anî ziman:
“Ez salê şeş mehan dixebitim. Ez ji bo komkirina gulberojan diçim Erzinganê. Piştî ku ew diqede têm vir û karê şamikan dikin.
Piştî vê jî dîsa diçim, vê carê ji bo komkirina gulberojan. Em mecbûr in bixebitin. Em salê şeş mehan wisa dixebitin.”
Ji Siwêregê heta bi Amedê ji bo rizqê zarokan
Selam Aytena ji Siwêregê, dibêje ku ew ji bo rizqê zarokên xwe û debara malbatê li Amedê dixebite û got:
“Ez ji Siwêregê me. Ez ji bo rizqê zarokên xwe û rizqê malê hatime Amedê. Li vir firingiyan hûr dikim.”
“Perîşanî û rezîlî ye”
Yasemîn Koyuncuyê jî got ku karên demsalî ji bo malbata wan bûne çavkaniya sereke ya dahatê lê şert û mercên kar pir dijwar in û wiha behsa kar kir:
“Em mecbûr in vî karî bikin. Dahateke me ya berdewam tune. Paşeroja me li vir tune.
Lawê min zewicî ye. Ew bi jina xwe û sê zarokên xwe re, ez jî bi pênc zarokên xwe re li vir dixebitin.
Li vir perîşanî û rezîlî ye. Di vê germa havînê de em li vir pir zehmetiyê dikişînin.”



