Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî got ku armanca Kurdan ne avakirina pêkhateyeke cuda ye, ew dixwazin bi nasnameya xwe bibin yek ji pêkhateyên damezirîner ên Sûriyeyê û destkeftiyên xwe bi garantiya destûrî biparêzin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku fesixkirina xwe ragihandibû Mezlûm Ebdî rojev ji ÎLKE TVyê re nirxand.
Mezlûm Ebdî ragihand ku wî hîn bi awayekî fermî wekî şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê dest bi kar nekiriye.
Mezlûm Ebdî amaje pê kir ku di serdema Rêveberiya Xweser de zarokan ji pola yekê heta zanîngehê bi zimanê Kurdî dixwend û diyar kir ku ev mafê xwendina Kurdî yê ku îro ji aliyê dewletê ve hatiye naskirin, li gorî wê tecrubeyê li paş e.
Mezlûm Ebdî ragihand ku nerazîbûnên civaka Kurd ên li ser rêkarên nû rewa ne.
Wî anî zimên ku doza zimanê Kurdî tenê bi helwesta hinek aliyên navxwe yên Sûriyeyê ve nayê girêdan û helwesta welatên din ên herêmê jî bandorê li vê pêvajoyê dike.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku divê Kurd parastina îradeya xwe ya li ser zimanê dayîkê bidomînin.
"Ji ber zimanê Kurdî hefteyekê girtî mam"
Wî behsa zarokatiya xwe kir û diyar kir ku wî ji ber xwendin û nivîsandina pirtûkên Kurdî hatiye girtin û got:
“Dema temenê min 13-14 bû, ji ber pirtûkên Kurdî bi ser min de girtin û ez nêzîkî hefteyekê girtî mam.”
Mafên destûrî yên Kurdan
Mezlûm Ebdî ragihand ku qonaxa amadekirina destûrê ya di paşerojê de ji bo Kurdan çarenivîssaz e û anî zimên:
“Hîn demeke diyar nîne lê tê çaverêkirin ku di nava du sê mehên bê de komîteyeke amadehiyê ya destûrê were avakirin.”
Serkirdeyê Kurd xwest ku nûnerên Kurdan jî di wê komîteyê de cih bigirin.
Wî bal kişand ser peymanên 10ê Adarê û 29ê Kanûna Paşîn ku di wan de biryarên li ser Kurdan û zimanê Kurdî hatine standin û diyar kir ku ji bo mayîndekirina van destkeftiyan garantiya destûrî pêwîst e.
Peywendiyên bi Tirkiyeyê re
Mezlûm Ebdî amaje bi pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê kir û got:
“Mirov nikare pirsgirêka Kurdan a li Tirkiye û Sûriyeyê ji hev cuda binirxîne, her du doz demeke dirêj e bandorê li hev dikin.”
Ebdî anî zimên ku Tirkiyeyê berê HSD wekî beşek ji gefên li ser ewlehiya xwe ya neteweyî didît û ev bû sedema qonaxeke tijî pevçûn û got ku pêvajoya çareseriyê ya niha bandoreke erênî li Sûriyeyê jî dike.
Wî destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikare sûdê bigihîne çareserkirina doza Kurdan a li Sûriyeyê jî.
Wî ragihand ku ew di qonaxa nû de ji bo bipêşxistina peywendiyên bi Tirkiyeyê re vekirî ne.
Erkê nû hîn dest pê nekiriye
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku bi biryara serokkomar Îlham Ehmed bûye endama parlamentoya Sûriyeyê û ew bi xwe jî wekî şêwirmendê serokkomariyê hatiye diyarkirin lê erkên wan hîn bi awayekî fermî dest pê nekiriye.
Li gorî gotina wî, piştî ku karên têkildarî entegrasyonê biqedin ew dê li Şamê dest bi karê xwe bike.



