Hisîça (Rûdaw) - Piştî derbasbûna 7 salan a li nav kampan û jiyana koçberiyê, karwanê duyem ê koçberan ji Hesekê vegeriya Serê Kaniyê.
Di vî karwanî nû de 680 malbatên koçber vegeriyan warên xwe lê ji nav wan hemûyan tenê 5 malbat Kurd bûn.
Pêvajoya vegera koçberan a ber bi warên wan ve didome lê tirs û fikarên xelkê jî hîn bi dawî nebûne.
Konê xwe jî bi xwe re dibe
Yasmîn Mihemed yek ji wan koçberan e ku piştî salan vedigere lê ew konê xwe jî bi xwe re dibe.
Mala wê li gundê Til Sinanê yê 10 kîlometreyan dûrî Serê Kaniyê ye û xaniyê wan wêran bûye.
Yasmînê derbarê vegera xwe de got, "Zehmet e, dost û nasên me li pey me man, gelek mirovên me li vir mane.
Navê me hemûyan bi hev re derneket. Tirs heye, em nizanin çi li pêşiya me ye. Gelo em dê bi silametî bijîn yan na, Xwedê dizane."
"Malbat ji hev perçe bûne"
Yasmînê beşek ji zarokên xwe li wesayîtê siwar kirine û berê xwe dide bajarê xwe.
Wê li ser parçebûna malbatan jî wiha got, "Malbat niha hemû ji hev perçe bûne. Beşek dê herin û beşek jî na.
Zarokên min gişt biçûk in, ez dê wan bi xwe re bibim lê kesên ku mamoste, leşker û karmend bin nikarin herin eger li wir karê wan nebe."
Mijara mayînan û Erebên hawirde
Peymana aliyên Kurdan ya bi hikûmetê re rê li ber vegera koçberan vekir.
Lê belê hîn jî beşek ji Erebên hawirde ji Serê Kaniyê derneketine û gelek mayînên ku li herêmê hatine çandin jî nehatine rakirin.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn li ser vê rewşê got:
"Koçberên Dêrezorê niha li Serê Kaniyê ne, divê ew jî vegerin warên xwe lê pirsgirêkên wan jî hene çimkî xaniyên wan xera bûne.
Ji bo mayînan jî me ji sedî 25 paqij kiriye lê dem lazim e. Pêwîst e hemû hêz, hikûmet û rêxistin ji bo vê bixebitin da ku mayînan paqij bikin."
Ji karwanê yekem 23 malbatên Kurdan rastî êrişê hatibûn
Li hêla din, tirsa ji êriş û zextan di nav Kurdan de didome.
Jineke din a Kurd di ber xwe de digirî û rûyê xwe vedişêre.
Wan ji bîr nekiriye ku ji 50 malbatên Kurd ên bi karwanê yekem re vegeriyabûn, 23 ji wan rastî êrişê hatibûn.
Jineke Kurd a ku nexwest navê xwe eşkere bike li ser tirs û fikara xwe got:
"Bi Xwedê tirs heye, çawa nîne? Hevjînê min leşker e, lewma nikare vegere. Du zarokên min hene."
2019an hemû Kurd hatibûn koçberkirin
Sala 2019an ji ber şer û dagirkeriyê hemû Kurd û beşek ji şêniyên Ereb ji Serê Kaniyê derketibûn û li bajar û kampên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi cih bûbûn.
Ev karwanê duyem ê xelkê ye ku piştî 7 salan vedigere malên xwe lê ji nav 680 malbatan tenê 5 malbat Kurd in.
Nêzikî 12 hezar û 500 malbatên ji Serê Kaniyê koçber in.

