Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber bilindbûna bihayê sotemeniyê krîzeke elektrîkê çêbûye û welatî bê elektrîk mane.
Bihayê ampêrekê ji bo 8 saetan mehane ji dolarekî bûye 15 dolar.
Di heman demê de elektrîka niştimanî jî rojane tenê nêzîkî 2 saetan tê.
Jenerator rawestiyan
Ji ber bihabûna sotemeniyê beşeke mezin a jeneratoran rawestiyane.
Birêvebiriya Sotemeniyê ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwestiye ku ji bo dema 3 mehan dabînkirina mazota xizmetguzariyê dirêj bike.
Ev daxwaz ji bo wê yekê hatiye kirin heta ku pirsgirêka elektrîkê were çareserkirin. Hikûmeta demkî hîn vê pêşniyarê dinirxîne.
“Şevan em di tariyê de rûdinên”
Malbatek bê elektrîk maye. Her ampêreke ku rojê 8 saetan dihat û mehê bi dolarekî bû, niha bûye 15 dolar.
Çavê xelkê li elektrîka niştimanî ye lê ew jî rojê du saetan tê yan nayê.
Welatiyê bi navê Ehmed Riyad li ser rewşê got, “Dûpişkek jî bê, em wî dûpişkî nabînin.
Merek jî bê em nabînin. Şevan em di tariyê de rûdinên, em di tariyê de dixwin.
Amperên me qut kirine, dibêjin mazot biha ye, zeyt biha ye û benzîn biha ye.”
Bandora entegrasyonê û bihabûna mazotê
Di salên şer de li Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna pêwendiyan a bi hikûmeta navendî ya wê demê re, elektrîka niştimanî bi temamî qut bibû.
Wê demê jeneratorên taybet bûbûn çareserî.
Rêveberiya Xweser ji ber ku bîrên petrolê yên Rimêlanê di destê wê de bûn, mazot bi nirxekî xizmetguzariyê dida xwediyên jeneratoran da ku dever tarî nemîne.
Lê piştî entegrasyonê petrol vegeriya destê hikûmeta Şamê. Li cem wê jî mazota xizmetguzariyê nîne.
Berê Rêveberiya Xweser lîtreya mazotê bi 125 lîreyên Sûriyeyî dida jeneratoran.
Niha bihayê wê yê fermî li cem hikûmeta Sûriyeyê 12 hezar û 500 lîre ye.
Ji bo elektrîka niştimanî xebat hene
Di encama heman entegrasyonê de, xebatên ji bo gihandina elektrîka niştimanî û dîtina çareseriyeke bingehîn dest pê kiriye.
Birêvebirê Saziya Elektrîkê ya Qamişloyê Fayîq Ehmed diyar kir:
“Ji bo paşeroja elektrîkê ya li Qamişlo û Hesekê, niha ji elektrîka niştimanî ya ji Bendava Firatê pareke kêm ji me re tê lê têrê nake. Heta xeta duyemîn çênebe dê rewşa elektrîkê bi vî rengî bidome.”
Ampera 24 saetî bû 45 dolar
Berê jeneratoran bi 3 pergalan (8, 16 û 24 saet) kar dikir. Lê niha beşeke mezin a wan rawestiyane.
Nirxê her ampêreke 24 saetî ya di mehê de ku par bi 9 dolarî bû, niha bi mazota azad dibe 45 dolar.
Birêvebiriya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser û Saziya Elektrîkê ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwestiye ku dema pêdana mazota xizmetguzariyê ji bo heyama 3 mehan dirêj bike.
Ev daxwaz ji bo çareserkirina demkî ya pirsgirêkê hatiye kirin. Ev pêşniyar hîn ji aliyê hikûmetê ve tê nirxandin.


