Hewlêr (Rûdaw)
- Li bajarê Hisîçayê yê
Rojavayê Kurdistanê ji ber bilindbûna bihayê mazotê bi dehan firneyan karê xwe
rawestand.
Xwediyên firneyan
jî dibêjin, eger ew bi bihayê nû yê mazotê kar bikin û bihayê nan wekî xwe
bimîne, ew dê zererên mezin bikin.
Ji ber vê yekê,
ew li bendê ne ku bihayekî nû were diyarkirin.
“Gelo gunehê
me çi ye?”
Şêniyê Hisîçayê
yê bi navê Hesûn Siwêlim bi vî rengî qala bihabûna nên kir:
“Ez welatiyekî
karker im, rojane bi 50 hezar lîreyî kar dikim û diçim 3 rebte nanê siyahî bi
30 hezarî ji zarokên xwe re dikirim.
Ez ji wan
dipirsim çima hew qasî biha ye, dibêjin lîtreya mazotê bûye 17-18 hezar lîre.
Gelo gunehê me çi ye?
Gelo wê zarokên
min çi bixwin? Gelo ez ji wan re 2 kîlo bacan jî nekirim?
Divê berpirs
çareyekê ji me re bibînin. Em rojekê kar dikin û rojekê bê kar in. Ji ber
bihabûna mazotê hemû firneyan deriyên xwe girtine.”
Di heman
çarçoveyê de, bilindbûna bihayê sotemeniyê bandoreke rasterast li ser kirêya
veguhastinê jî kiriye, bi taybetî jî bandor li xwendekar û malbatên kêmdahat
kiriye.
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, hinek sektorên
xizmetguzariyê rûbirûyî qeyranên li pey hev bûne û veguhastin, sotemenî
û kareba hinek ji wan biwarê qeyranê ne.
Her wiha qeyrana
pereyên nû û nedana heqên darayî yên cotkaran jî dewam dike.
Berê ev sektor bi
temamî di destê Rêveberiya Xweser de bûn û di çarçoveya mekanîzmayên xwe yên
taybet de û li gorî sîstema piştgiriyê pêdiviyên sereke yên xelkê dabîn
dikirin.



