Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du kom bezîn hev û wan bi çek û kêran şer kir û di vê pevçûnê de 5 kes birîndar bûn.
Şer û pevçûnê li Navenda Karsaziyê ya Gobeklîtepeyê ya li Taxa Weysel Qeranî rû da.
Li gorî agahiyan di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn nîqaşeke devkî derketiye.
Nîqaş zû veguheriye şerekî ku çek, kêr, kevir û dar hatine bikaranîn.
Piştî agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.
5 kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn bi ambulansan şandin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Di kêliya şer de gelek gule li dibistan, 3 avahî û 2 wesayîtên derdorê ketin.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.



