Hewlêr (Rûdaw) - Bi vebûna dibistanan a sala nû ya perwerdeyê re careke din pirsa “Gelo ji artêşên Kurdan ditirsin an ji zimanê wan?” tê bîr û hişê mirov.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir û ji bo vê serdemê jî tenê 6 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
“Artêşa Kurd qebûl dikin lê...”
Hevserokê Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) Mesûd Kertîş nêrîna serdestan a li zimanê Kurdî bi vî rengî şîrove kir:
“Li Rojavayê Kurdistanê artêşa Kurd qebûl dikin lê dixwazin zimanê Kurdî tenê 3 saet be çimkî ew dizanin ku ziman nasname ye.”
Kertîş bangî partiyên Kurdan jî kir ku zimanê Kurdî bikin mijara sereke ya têkoşîna xwe.
14ê Îlona 2026an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir û nêzîkî 17 milyon xwendekaran dest bi perwerdeyê kir.
Her wiha ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026an ji 10 hezar kontenjanan tenê 6 kontenjan ji bo mamosteyên zimanê Kurdî hatibûn veqetandin.
Hevserokê KURDÎGEHê Mesûd Kertîş beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û derbarê rewşa zimanê Kurdî ya li dibistanan û di nav gel de axivî.
“Şermeke pir mezin e”
Mesûd Kertîş diyar kir ku perwerdeya bi zimanê Tirkî ji bo zarokên Kurd “şermeke pir mezin e” û got:
“Zarokên Tirk, Ereb û Faris bi zimanê xwe perwerde dibin, tenê zarokên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi zimanên biyanî dest bi perwerdeyê dikin.”
Kertîş bal kişand ser girîngiya zimanê dayîkê û wiha axivî:
“Di hêla pedagojiyê de sê xal gelekî girîng in: Şîrê dayîkê, hezkirina dayîkê û zimanê dayîkê.
Dema mirov bi zimanê dayîkê perwerde nebe, heta kalbûnê jî mirov xwe kêm hîs dike.”
“Divê gel qîmet nede siyasetmedarên ku xwedî li ziman dernakevin”
Hevserokê KURDÎGEHê bangî partî û siyasetmedarên Kurd kir ku zimanê Kurdî bikin mijara xwe ya sereke û got:
“Daxwaza me ew e: Divê têkoşîna a sereke ya wan kesên li ser navê Kurdan siyasetê dikin ji bo zimanê Kurdî û yekîtiya neteweyî be.
Kesê ku dibêje ‘Ez pêşengê Kurdan im’ divê peywira wî ya yekem Kurdî be. Heger vê peywirê nede ser milê xwe divê gelê Kurd qîmet nede wî.”
“Sûriyeyê artêşa Kurdan qebûl kir lê...”
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê 27ê Tebaxa 2026an bi biryareke fermî li dibistanên fermî û taybet ên li herêmên ku Kurd li wan dijîn xwendina bi zimanê Kurdî pesend kir.
Ev biryar piştî temambûna pêvajoya yekkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê hat.
Kertîş her wiha bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û got:
“Li Rojavayê Kurdistanê artêşa Kurd qebûl dikin lê dixwazin zimanê Kurdî tenê 3 saet be çimkî ew dizanin ku ziman nasname ye.”
“Malbat bi Tirkî diaxivin, ev xiyanet e”
Kertîş armanca wan a pêşî ew e ku hişmendiyeke neteweyî biafirînin û Kurdî bibe zimanê jiyana rojane.
Mesûd Kertîş di dawiyê de rexne li wan malbatên Kurd girtin ku bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin û got:
“Bi hezaran malbat niha hene ku zarokên wan bi Tirkî diaxivin û bi Tirkî mezin dibin.
Ez vê yekê wekî xiyanetê pênase dikim. Pêwîst e gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve, hêmanê ku neteweyan dike netewe ziman bi xwe ye.”

