Hewlêr (Rûdaw)
- Di lêpirsîna Gulistan
Dokuyê de 4 gumanbarên din jî hatin girtin hejmara girtiyan derket 36an.
Piştî girtina wan
4 gumanbaran, di lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Erzirom û
Dêrsimê ve tê meşandin de hejmara girtiyan derket 36an.
Derbarê xwendekara
zanîngehê Gulistan Dokuya ku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î û vir ve li Dêrsimê “winda
ye” bipêşketineke nû rû da.
Bipêşketina nû
Di çarçoveya
lêpirsîna dawî de 5 gumanbar sewqî dadgehê hatin kirin û 4 ji van gumanbaran
hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Bi fermana
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê û bi kordînasyona ewlehiyê di çarçoveya
operasyona pêla 6em de 11 gumanbarên din hatin desteserkirin û dosyeyên 5an ji
wan hatin amadekirin.
Gumanbar piştî
kontrola tenduristiyê birin Dadgeha Erziromê.
Piştî îfadeya li
dozgeriyê, 4 gumanbar bi daxwaza girtinê û gumanbarek jî bi daxwaza kontrola dadî
şandin dadgehê.
Dadgehê jî li
gorî daxwaza dozgeriyê, biryar da ku 4 gumanbar werin girtin û gumanbarek jî bi
şertê kontrola dadî were berdan.
Bi vî awayî di
lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriyên komarê yên Erzirom û Dêrsimê ve tê meşandin
de hejmara girtiyan derket 36an.
Karên li ser dosyeyên
6 gumanbarên din jî berdewam dikin.
Di çarçoveya
lêpirsînê de li 7 bajaran bi awayekî hevdem operasyona pêla 6em hatibû kirin û
bi tohmmeta têkbirina delîlan û destwerdana di pêvajoya lêpirsînê de, dest bi
pêvajoya desteserkirin û lêgerîna 11 gumanbaran hatibû kirin ku di nav wan de
endamên ewlehiyê yên malnişîn û yên li ser erkê xwe jî hene.
Doza Gulistan
Dokuyê
Xwendekara
Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê “winda” bûbû
û paşê derketibû holê ku hatiye kuştin.
Di çarçoveya doza
Gulistan Dokuyê de Parêzgarê Dêrsimê ya wê demê Tuncay Sonel, hevjîna wî, kurê
wî û gelek rayedarên dewletê hatibûn girtin.
Wezîrê Dadê yê
Tirkiyeyê Akin Gurlek 10ê Îlonê gotibû, dibe ku termê Gulistan Dokuyê bi rêbazên kîmyewî
hatibe tunekirin.


