Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm çar dikandarên Kurd desteser kirine.
Tê diyarkirin ku ev gav ji bo rêlibergirtina greva giştî ya Kurdan a bi helkefta salvegera 4emîn a mirina Jîna Emîniyê hatiye avêtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand, "Hêzên hikûmetê li bajarê Şinoyê yê parêzgeha Urmiyeyê bêyî hişyariyê bi ser malan de girt û bi darê zorê çend ciwan desteser kirin."
Hengawê eşkere kir ku sê ji kesên hatine desteserkirin bi navê Soran Bayezîdî, Rehîm Erşedî û Reza Diyan in û wekî "dikandar û esnaf" dixebitin.
Her wiha kesê çarem jî girtiyê siyasî yê berê Fexredîn Îbrahîmî ye.
Fexredîn kurê Mehyedîn Îbrahîmî ye ku girtiyekî siyasî yê Kurd bû û berê hatibû darvekirin.
Banga greva giştî ya ji bo salvegera Jîna Emîniyê
Hevpeymaniya şeş partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê yekşemê bangî xelkê kir ku roja çarşemê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî li dar bixin.
Ev bang ji bo bibîranîna salvegera 4emîn mirina Jîna Emîniyê hat kirin.
Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî ya ji parêzgeha Sineyê bû.
Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan, sê rojan piştî ku polîsên exlaqê yên Îranê bi hinceta "bicihneanîna qanûnên hicaba mecbûrî" ew girtibû û ûkence lê kiribû li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest da.
Mirina wê bû sedema destpêkirina xwenîşandanên herî mezin ên dehsalên dawî yên li Îranê ku wekî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" hat naskirin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bangî civaka Kurd kir û got:
"Li dijî siyaseta berdewam a Komara Îslamî, di salvegera 4emîn tawanê kuştina Jîna Emîniyê de, roja 16ê Îlonê greveke giştî li dar bixin."
Hevpeymaniyê diyar kir ku ev grev rêzgirtinek e ji bo "hemû canbexşiyên şoreşa Jîna - Jin, Jiyan, Azadî û nirxên wê" û di heman demê de "çalakiyeke sivîl û bersiveke cemawerî ye li dijî krîzên ewlehî û aborî."
Hişyariya polîsê Îranê: Em çavê xwe ji ti kesî re nagirin
Ev girtin piştî wê yekê tên ku Fermandarê Giştî yê Polîsê Îranê Ehmedreza Radan hişyarî dabû ku hêzên ewlehiyê dê li hemberî kesên ku li cihên giştî li dijî dewletê derdikevin "çavê xwe ji kesî re negirin."
Radan roja yekşemê di hevpeyvîneke televîzyonî ya bi medyaya dewletê re got:
"Em di şert û mercên şer de ne. Heke kesek li ser vexwendina dijmin hewl bide bêewlehiyê li navxweyî welêt çêbike, em dê li hemberî wan bisekinin. Em dê di vî warî de çavê xwe ji ti kesî re negirin."
Amarên qurbaniyên xwenîşandanan
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Osloyê ye, Îlona 2023yan ragihandibû ku di serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê de herî kêm 551 xwenîşander hatine kuştin ku 68 ji wan zarok û 49 ji wan jin bûn.
Rêxistinê diyar kiribû ku herî kêm 22 xwenîşanderên din jî, ku çar ji wan zarok û heşt ji wan jin bûn, bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest daye ku wekî xwekuştin hatibûn tomarkirin.
Piştî xwenîşandanên Îlona 2022yan, ji ber bêqîmetbûna pereyê Îranê û kûrbûna krîza aborî, di dawiya sala 2025an û destpêka sala 2026an de herî kêm du pêlên din ên alozî û xwenîşandanan rû dan.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, tenê di xwenîşandanên Kanûna Paşîn a 2026an de di nava 18 rojên xwenîşandanên li dijî hikûmetê de herî kêm 3 hezar û 428 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.



.webp&w=3840&q=75)