Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya 100 cotkaran û pêşwazîkirina bi hezaran geştyaran, Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî yên Akrê dest pê kir.
Festîval dê heta 19ê Îlonê berdewam bike.
Di Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî yên Akrê de berhemên herî diyar ên herêmê, bi taybetî jî birinc, hêjîr û simaq tên nîşandan.
Birêvebirê Çandiniyê yê Akrê Fazil Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û ragihand ku rewşa çandiniyê û berhemên îsal ên cotkarên herêmê bi giştî gelekî baş e.
Fazil Mistefa da zanîn ku li gorî par berhem zêdetir in.
Berhemên herî girîng û diyar ên herêmê ku nasnameya çandiniyê ya navçeyê ne birincê xwemalî, hêjîrên Akrê û simaq in.
Her wiha fêkî û sebze bi hemû cureyên xwe li navçeyê bi zêdeyî tên hilberîn.
Ji bo Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî 100 stand ji bo cotkaran hatine amadekirin.
100 cotkaran jî ji bo nîşandana berhemên xwe navên xwe tomar kirine.
Ev Festîval cara yekem 3yê Îlona 2023yan hat lidarxistin.
Festîval heta demjimêr 23:00yan berdewam kir û 20 berhemên cuda yên navçeyê hatin nîşandan.
Fazil Mistefa destnîşan kir ku par jî nêzîkî 40 hezar geştyar ji seranserî Kurdistan û Îraqê beşdarî festîvalê bûne.
Birincê Akrê
Birincê Akrê li Başûrê Kurdistanê yek ji cureyên herî navdar ên birinc e.
Îsal rûbereke berfireh ji bo çandina birinc hatiye veqetandin.
Fazil Mistefa ragihand:
"Îsal li Akrê nêzîkî 13 hezar û 500 donim zevî bi birinc hatiye çandin.
Em pêşbînî dikin ku berhemê birinc ê îsal bigihêje nêzîkî 14 hezar tonî."
Fazil Mistefa da zanîn ku salane 120 heta 135 ton hingiv jî tê hilberîn.
Hêjîrên Akrê
Herêma Akrê bi hêjîrên xwe yên bitam nav û deng daye.
Li navçeyê zêdetirî 250 hezar darên hêjîran hene.
Fazil Mistefa amaje pê kir ku salane berhemê hêjîran di navbera 7 hezar û 9 hezar tonî de ye û li ser berhemê îsal ê hêjîran eşkere kir ku îsal berhem hinekî dereng maye.
Sedema vê yekê jî avhewaya demsala biharê ye.
Di biharê de nêzîkî 40 rojan hewa sar bûye lê eger di demsala payîzê de zû serma û barana zêde dest pê neke, dê hêjîr di asteke gelekî baş de bin.
Dê rêjeya berhemanînê jî di navbera 7 heta 9 hezar tonî de be.
Li Akrê hêjîr ne tenê berhemeke çandiniyê ye, di heman demê de çavkaniyeke sereke ya debara beşek ji xelkê ye.
Cureyên hêjîrên Akrê
Yehyabeg: Ev cureyê herî baş û navdar ê hêjîrên Akrê ye. Rengê wê zer e û qebareya wê navîn e. Di nav wê de rîşal gelek in. Her wiha şileya di nav wê de gelekî tîr û şîrîn e. Ev cure li gorî cureyên din zêdetir dimîne û xera nabe.
Bêna Tê: Qebareya vî cureyî navîn e û rengê wê zer e. Cudahiyê wê ya ji cureyê yekem ew e ku rîşalên wê yên hundir kêmtir in. Şileya di nav wê de ne tîr e. Her wiha dema mayîna wê kêmtir e.
Şakirî: Qebareya wê gelekî mezin e lê şîrîniya wê û dema mayîna wê kêmtir e.
Reş: Hemû taybetmendiyên Yehyabegê di vî cureyî de hene. Tenê cudahiya wê rengê wê ye ku reş e. Li gorî hêjîra zer daxwaza li ser vî cureyî kêmtir e.
Sorxal: Du çeşnên vî cureyî hene. Yek ji wan zû digihêje lê çeşnê duyem gelekî dereng digihêje. Carinan di dema berfbarînê de digihêje qonaxa jêkirinê. Qebareya wê navîn e.
Tefsike: Ev cureyekî demkî ye û li navçeyên çiyayî yên asê digihêje. Qebareya wê biçûk e û rengên zer û reş hene. Şileya nav vê hêjîrê gelekî tîr e. Ji hemû cureyên din zêdetir li ber xwe dide û dimîne. Ji ber vê yekê daxwazeke zêde li ser heye.
Simaqa Akrê
Hilberîna simaqa Akrê îsal gaveke mezin avêtiye.
Fazil Mistefa anî ziman:
"Par berhemê simaqê di navbera 3 hezar û 4 hezar tonî de bû lê îsal tê pêşbînîkirin ku bigihêje 6 hezar heta 6 hezar û 500 tonî. Ev rêje sal bi sal zêde dibe."
Mistefa taybetmendiyên 3 cureyên sereke yên simaqa navçeyê ji Rûdawê re eşkere kirin:
Simaqa spî: Li lûtkeya çiyayan şîn dibe û mezin dibe. Ev cureyê herî biqîmet û giranbiha yê simaqê ye.
Simaqa balikî: Li beşa navîn û qûntara çiyayan berhem tê.
Simaqa sor: Li qûntar û bintara çiyayan şîn dibe.


