Kobanî (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê bihabûna sotemenî û kel û pelan jiyana rojane hema bêje rawestandiye.
Li bajarê Kobaniyê, zêdebûna dawî ya bihayê mazotê hem liv û tevgera welatiyan lawaz kiriye hem jî derbeke giran li karê esnaf û şofêran xistiye.
Kolana "Mast" yek ji kolanên sereke û navdar ên Kobaniyê ye lê van rojan bêdengiyeke kûr serdestî kolanê bûye.
Mislim Hemo ku li vê kolanê sobeyan temîr dike, qala rewşa xwe ya dijwar dike.
"Em ji sibehê heta êvarê bê kar in"
Mislim Hemo her sal di vê heyamê de rojane 10 heta 15 sobe çêdikirin û ew ji bo sermaya zivistanê amade dikirin.
Lê li gorî gotina wî, îsal bi rojan derbas dibin û kesek ji bo çêkirina sobekê jî serdana wî nake.
Sobesaz Mislim Hemo wiha axivî:
"Berê her ku hewa sar dibû, me li gorî daxwazê rojê 10, 15 heta 20 sobe çêdikirin.
Lê îsal kar bi carekê de rawestiyaye. Em ji sibehê ve tên heta êvarê bê kar rûdinên û piştre vedigerin malê."
Otogar ji ajokaran re ma
Bihabûna mazotê bandoreke rasterast li ser veguhastina giştî jî kiriye.
Otogara sereke ya otobus û wesayîtan a li Kobaniyê, niha li şûna rêwiyan zêdetir ji ajokarên ku li benda rêwiyane re maye.
Rêwiyên ku çûn û hatinê dikin gelekî kêm bûne.
Îdrîs Şahîn ku şofêrekî li ser rêya Reqayê dixebite, diyar kir ku xerciyên wan gelekî zêde bûne û got:
"Berê heqê rê 30 heta 40 hezar lîreyî bû lê niha derketiye ser 100 hezar lîreyî.
Xercî gelekî zêde bûn û çûn û hatin nîne. Bihabûna mazotê bandor li her tiştî kir."
Mazot ji sedî 40 biha bû
Sedema sereke ya vê bêdengî û rawestanê, biryara dawî ya zêdekirina bihayê sotemeniyê ye.
Li gorî biryara Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê, lîtreya mazotê ji 12 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê derket 17 hezar û 500 lîreyan.
Ev biryar tê wateya zêdebûneke bi rêjeya ji sedî 40î ku rasterast barê jiyana welatiyan girantir kiriye.



