Hewlêr (Rûdaw) - 34 sal di ser kuştina rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter re derbas bûn.
Rojnameger û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa), li Kolana 442yan a Taxa Cumhuriyetê ya semta Seyrantepeyê Amedê hat bibîranîn ku 20ê Îlona 1992yan li wê derê ji aliyê JÎTEMê ve hatibû qetilkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di 34emîn salvegera mirina wî de Mûsa Anter li cihê ku lê hatibû qetilkirin bi bîr anî.
DFGyê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dê Anter saet 11:00an li Taxa Cumhuriyetê ya Seyrantepeyê ku lê hatibû qetilkirin, were bibîranîn.
Her wiha dê heman rojê saet 16:00an jî li ser gora xwe ya li gundê Zivingê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê were bibîranîn.
Îro gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran li Amedê Anter bi bîr anî û qurnefîl danîn cihê ku lê hatibû qetilkirin.
“Ji her Kurdan re nirxekî mezin hişt”
Endamê DFGyê Fexredîn Kiliç ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku tevî ku bi salan di ser qetilkirina Anter re derbas bûne jî ew pêkhateyên li pişt cinayetê nehatine eşkerekirin.
Kiliç banga xwe wiha anî zimên:
“Di van rojên ku em qala aştiyê dikin de, em ji cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin careke din tînin zimên. Ji bo aştiyê divê cinayetên kiryarnediyar werin ronîkirin.”
Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakliyê ku 8ê Îlonê ji Girtîgeha Edirneyê hatibû berdan, derbarê Anter de ev tişt gotin:
“Apê Mûsa ne tenê bû bav û rêberê çapemeniya Kurdî, di heman demê de ji her Kurdî û mirovî re nirxekî mezin hişt.
Mîna nirxekî ku ew ê li pey biçin, di dilê wan de jî wekî kesayetiyekê jiya.
Ez dinêrim, niha li hemberî min bi ciwan û navsereyên xwe gelek kedkarên çapemeniyê hene. Wî rêyek ji wan re hişt lê ji me re jî hişt.
Apê Mûsayek hebû ku di hemû darizandinan de gotina xwe kêm nedikir.
Piştî wî, yên ku di dadgehan de hatin darizandin, hema bibêje bûn şopînerên Apê Mûsa.
Tiştên ku van mirovan kirine û dane jiyîn, dê her tim wekî rêberekî li aliyekî me bisekinin. Lê heta hesab neyê pirsîn jî dê dilê me rehet nebe.
Bi taybetî bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, ji bo kûrkirina aştiyê û avakirina aştiyeke bi rûmet, derxistina heqîqetan û rûbirûbûn mecbûrî ye.
Eger kujerên Apê Mûsa îro li deverekê digerin, li wê derê edaleteke nîvcomayî heye. Bêyî ku edalet pêk were rewşek çênabe ku aştî bi rastî pêk were.”
Peyama DEM Partiyê
DEM Partiyê di peyama xwe ya derbarê Anter de ev tişt anîn zimên:
“Çinara kevneşopiya çapemeniya azad û zanyarê gelê Kurd Apê Musa 34 sal berê îro ji aliyê tetîkkêşên serdestên ku ji heqîqetan ditirsin ve hat qetilkirin.
Em Apê Mûsa bi rêzdarî, hezkirin û bêriyeke mezin bi bîr tînin.
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê rûbirûbûna bi raboriyê re çêbibe.
Berpirsên hemû mirovên me yên ku bi cinayetên 'kiryaryên wan diyar' hatine qetilkirin, di serî de jî cinayeta Apê Mûsa, divê hesab bidin.
Meşxeleya ku çinara çapemeniya azad a ku Apê Mûsa vêxistiye dê rêya me ronî bike.
Em dê Apê Mûsa di her qada têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî, ked û azadiyê de bidin jiyîn.
Ji bo ku em îdealên wî bînin cih em dê bêyî ku gavekê jî bi paş ve biavêjin têkoşîna xwe bidomînin.”
Mûsa Anter kî ye?
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter, sala 1920î li gundê Zivingê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayîk bûye.
Wî dibistana seretayî li Mêrdînê, dibistana navendî û lîse jî li Edeneyê xwendin.
Wî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Dayîka wî Fesla Xanim, yek ji muxtarên yekem ên jin ên Tirkiyeyê ye.
Sala 1944an bi keça Evdirehîm Rehmî Zapsû, Ayşe Haleyê re zewicî.
Ji zewaca wî ya bi Ayşe Xanima mezûna Lîseya Awisturyayê ya Sankt Georgê re ku xaltiya Cuneyt Zapsu ye, sala 1945an kurê wî yê mezin Anter, sala 1948an keça wî Rahşan û sala 1950yî jî kurê wî yê biçûk Dîcle hatin dinyayê.
Cara ewil di salên xwe yên xwendekariyê de, di dema Serhildana Dêrsimê de hat desteserkirin.
Ji ber ku çêrî dayîka Mustafa Kemal, Zubeyde Xanimê kiribû, 45 rojan di bin çavan de ma.
Anter bi Canîp Yildirim û Yusuf Azîzoglu re rojnameya İleri Yurtê derxist.
Ew ji ber helbesta xwe ya Kurdî "Qimil"ê di sala 1959an de di Doza 49an de bi daxwaza darvekirinê hat darizandin.
Anter di Derbeya 27ê Gulanê de sûd ji efûyê wergirt û serbest hat berdan.
Apê Mûsa piştî ku ji girtîgehê derket di kovarên Deng, Bariş Dunyası û Yonê de nivîsî.
Sala 1963yan bi Doza 23yan careke din ket girtîgehê. Ew di girtîgehên Mamak, Sultan Ahmet, Balmumcu, Seyrantepe û Nisêbînê de raza.
Di Derbeya 12ê Îlonê de ji ber ku propagandaya "Kurdîtiyê" kiriye hat girtin. Ew di dirêjahiya jiyana xwe de bi giştî 11,5 salan di girtîgehê de ma.
Ew yek ji damezirînerên Ocakên Çanda Rojhilat a Şoreşger (DDKO), Partiya Keda Gel (HEP), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû.
Anter, 20ê Îlona 1992yan li taxa Seyrantepeyê ya Amedê rastî êrişeke bi çekê.
Du gule li lingê wî yê çepê, guleyek li dilê wî û guleyek jî li serê wî ketin û hat qetilkirin.
Rojnameger û nivîskar Orhan Mîrogluyê ku li cem Mûsa Anter bû jî di dema bûyerê de birîndar bûbû.
Endamê berê yê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan gotibû; Anter ji aliyê tîma ku ew bi xwe jî di nav de bûye ve, ji bo JÎTEMê hatiye kuştin.
Di Rapora Susurlukê ya ku li ser daxwaza Serokwezîrê wê demê Mesut Yilmaz, ji aliyê Serokê Komîteya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kutlu Savaş ve hatibû amadekirin de, cih girtiye ku cinayeta Anter ji aliyê Mahmut Yildirimê bi nasnavê Yeşil ve hatiye plankirin û pêkanîn.
Gora wî li gundê Zivingê yê girêdayî nahiyeya Sitîlîlê ya navçeya Nisêbînê ye.
Pirtûkên ku Mûsa Anter nivîsandine:
Birîna Reş (1959)
Qimil (1962)
Ferhenga Kurdî-Tirkî (1967)
Bîranînên Min I (1991)
Bîranînên Min II (1992)
Vakayiname (1992)
Ferat Diherike Marmarayê (1996)
Çinara Min (1999)



