Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Fransayê yê Hewlêrê Emmanuel Mignot got ku welatê wî pabendî bipêşxistina pêwendiyên bi Hewlêrê re ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê yê Hewlêrê Emmanuel Mignot pêşwazî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civina Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Mignot daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarkirina wî pîrozbahî Emmanuel Mignot kir û di erka wî ya nû de jê re serkeftin xwest.
Nêçîrvan Barzanî ji Konsulê Fransayê re got, "Em amadebûna tam a hemû saziyên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina karên te ducare dikin."
"Fransa piştgiriyê dide gelê Kurdistanê"
Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêwendiyên dostane yên dîrokî û piştgiriya berdewam a Fransayê ya ji bo gelê Kurdistanê ducare kir.
Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê Emmanuel Mignot jî kêfxweşiya xwe ya ji ber destbikarkirina li Herêma Kurdistanê anî zimên û got:
"Fransa pabend e û dixwaze pêwendiyên xwe yên ji mêj ve yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe û asta hevkariya hevbeş a di warên cuda de berfirehtir bike."
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, rewşa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa giştî ya Îraq û herêmê jî mijarên din ên civînê bûn.


