Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka ciwanên ku ne di perwerdeyê de ne û ne jî dixebitin mezin dibe.
Li gorî amaran, di koma temenê 18 heta 24 salî de ji her sê ciwanan yek ne di nav pergala perwerdeyê de ye û ne jî di bazara kar de cih digire.
Ev koma ciwanan ku ne dixwînin û ne jî dixebitin bi navê NEET tê pênasekirin ku kurmanciya wê wekî "ne di perwerdeyê de, ne di kar de, ne jî di perwerdehiya pîşeyî de" dikare were lêkirin.
Di heman demê de, rewşa Bakurê Kurdistanê ji hin deverên din aloztir e.
Li parêzgehên wekî Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê rêjeya ciwanên nexwendekar û bêkar digihîje sedî 48an.
Pisporê perwerdeyê Prof. Dr. Azîz Yagan îro bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Azîz Yagan got ku pirsgirêkên aborî û civakî, şertên dibistanê û bi taybetî pirsgirêka zimanê dayîkê di dûrketina zarok û ciwanan a ji perwerdeyê de roleke mezin dilîzin.
Xwendina di asta lîseyê de kêmtir dibe
Yagan dibêje ku li dibistanên seretayî rêjeya xwendinê bilind e û di dibistanên navîn de jî rewş bi vî rengî ye lê dema zarok digihîjin asta lîseyê, rêjeya xwendinê kêm dibe.
Li gorî wî, hinek xwendekar nikarin xwe bi dibistanê re baş adapte bikin û hinek jî ji ber pirsgirêkên aborî di salên lîseyê de dev ji xwendinê berdidin.
Hebûna lîseyên vekirî û perwerdeya ji dûr ve jî dibe sedem ku hin xwendekar ji perwerdeya rû bi rû dûr bikevin.
Yagan ji bo zarokên ku di dersan de bi paş de mane, dibêje divê ji dibistana seretayî ve piştgirî bê dayîn û bingeha zanîna wan were bihêzkirin da ku ew ji pergala perwerdeyê dûr nekevin.
Pirsgirêkên aborî zarokan ji dibistanê dûr dixin
Li gorî Yagan, dema pirsgirêkên cuda li hev dicivin ji kêmasiya derfetên aborî heta şertên dibistanê malbat biryar bidin ku zarokên xwe ji dibistanê bigirin.
Wî diyar kir ku qelebalixbûna polan jî li ser xwendekaran bandorê dike.
Li hin dibistanan di heman rojê de du danên xwendinê, sibeh û piştî nîvro, tên lidarxistin û ev rewş dikare hêza xwendinê kêm bike.
Her wiha, li gorî wî hin zarokên di bin 18 saliyê de ji neçarî dest bi kar dikin.
Zimanê dayikê jî sedemeke girîng e
Prof. Dr. Azîz Yagan dibêje bandora zimanê dayikê li ser xwendinê pir mezin e û ev yek ne tenê di lêkolînên herêmî de, di lêkolînên navneteweyî de jî hatiye destnîşankirin.
Li gorî wî, zarokên ku di dibistanê de bi zimanekî nû dest bi perwerdeyê dikin, di salên destpêkê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin.
Wî got ku heta pola du û sêyan jî ev pirsgirêk dikare berdewam bike û xwendekarên li Bakurê Kurdistanê li gorî hin xwendekarên li bajarên din dikarin du-sê salan li paş bimînin.
Yagan her wiha bal kişand ser piştgiriya malbatê, dibistanê û derdorê û dibêje ku eger ev piştgirî kêm be, pirsgirêka ziman hîn mezintir dibe.
Li gorî wî, perwerdeya bi zimanê dayikê divê wekî mafekî civakî bê dîtin.
“Herêma me ji gelek deverên din li paş e”
Yagan dibêje ku pirsgirêka perwerdeyê tenê bi dibistan û xwendekaran ve ne girêdayî ye.
Guherînên civakî û aborî, bajarvanî û derbasbûna serdema dîjîtal jî di vê rewşê de bandorê dikin.
Li gorî wî, Tirkiye û herêma Bakurê Kurdistanê di hin testên ku li cîhanê tên kirin de li paş mane û hîn jî nekarîne xwe bi şertên serdema nû re bi awayekî baş biguncînin.
Wî hişyar kir ku bi derbasbûna serdema dîjîtal re eger pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin, dikare şertên perwerdeyê hîn dijwartir bibin.
Li Bakurê Kurdistanê rêjeya NEETyê gihîştiye ji sedî 48an
Ciwanên ku ne dixwînin û ne jî dixebitin bi navê NEET têne pênasekirin.
Li Stenbolê rêjeya van ciwanan ji sedî 19 hatiye pîvandin lê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê ev rêje digihîje ji sedî 48an.
Yagan diyar kir ku ev cudahiya herêmî di salên dawî de mezintir bûye û ji bo çareserkirina wê tedbîrên taybet pêwîst in.
Li Tirkiyeyê rêjeya xwendinê di dibistana seretayî de ji sedî 98,4 e
Li gorî daneyên sala xwendinê ya 2025-2026an, rêjeya çûna dibistana seretayî li Tirkiyeyê ji sedî 98,4 û di dibistana navîn de ji sedî 98,1 û di lîseyan de jî ji sedî 87 e.
Di koma temenê 18-24 salî de, li gorî daneyên di raporê de, ji her sê ciwanan yek ne di nav sîstema perwerdeyê de ye û ne jî di bazara kar de ye.
Ev ciwan ji aliyê daneyên kar û perwerdeyê ve wekî koma NEETyê tên hesibandin.
Li gorî heman daneyan, di lîseyan de pirsgirêkên ewlehiyê û tundiyê jî di rojevê de ne.
Di sîstema Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de sala 2025-2026an 95 mirin hatine tomarkirin û di dibistanan de rêjeya tundiyê gihîştiye ji sedî 53,6an.


