Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê şandeyeke parêzgeha Meysanê ya Îraqê qebûl kir.
Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê bu parêzgar û berpirsên Meysanê re civiya.
Şandeya navborî ji Parêzgarê Meysanê Hebîb Zahir Fertûsî, Serokê Encumena Parêzgehê Mistefa Duayr Mihemedawî û ji hinek endamên encumenê pêk dihat.
Di hevdîtinê de qala rewşa giştî ya Îraqê hat kirin.
Her wiha hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê de jî hat nirxandin.



