Hewlêr (Rûdaw) - Tîma radyoya Rojava FMyê dema ku li Taxa Salihiyeyê ya Hisîçayê erkê xwe yê rojnamegeriyê bi cih dianî, rastî êrişeke çekdarî hat.
Di êrişê de karmendekî tîmê birîndar bû.
Li gorî zanyariyên ku radyoyê li ser hesabê xwe yê fermî belav kirine, tîmên tenduristiyê ew karmendê birîndar veguhastiye nexweşxaneyeke bajêr.
Hat destnîşankirin ku ew karmend hat emeliyatkirin û niha rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Otomobîl bir û reviyan
Çekdaran piştî pêkanîna êrişê otomobîla tîmê biriye û ber bi cihekî nediyar ve reviyane.
Nûçegihana Rûdawê ya li Hisîçayê Vîvyan Fetahê got:
"Niha Hêzên Asayîşa Navxweyî mijûlî şopandinê ne da ku sedemên vê bûyerê eşkere bikin û encamderan bibînin."
Rojava FM
Radyoya Rojava FMyê di sala 2012an de hatiye damezirandin.
Ew radyo nûçeyên nûçeyên siyasî û civakî pêşkêş dike û weşana muzîkî dike.
Çend roj in hinek ji xelkê Hisîçayê (Kurd û Ereb cuda cuda) dest bi xwenîşandanan kiriye.
Kurdên wî bajarê Rojavayê Kurdistanê daxwaza xizmetguzariyan dikin.
Ereban jî daxwaz kir ku desthilata hikûmeta Sûriyeyê bi temamî li bajêr were çespandin.


