Hewlêr (Rûdaw) - 288 xwendekarên ku Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê qedandine bawernameyên xwe wergeritin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasîmî bû.
Li gorî amarên zanîngehê, ji sedî 87ê derçûyan beriya ahenga xwe ya derçûnê kar peyda kiriye.
Merasîm bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin.
Wî di ahengê de peyamek pêşkêş kir.
Xwendekarên derçûyî kêfxweşiya xwe anî ziman, bi taybetî ji ber ku piraniya wan di warên cuda de kar peyda kiriye.
Peyam Îsmaîla ku yek ji derçûyan e got, "Yekser piştî derçûna xwe, min kar dît."
Save Dilawer jî ku derçûyeke din e û got, "Min di beşa xwe de kar peyda kiriye."
Kêfxweşiya malbatan
Kêfxweşiya derçûnê ne tenê ya xwendekaran bû, malbatên wan jî kêfxweş bûn.
Hecî Neîma ku dapîra yek ji derçûyan e got, "Roja min a herî xweş e ku neviya min derçûye û gihîştiye miradê xwe. Pazdeh şazdeh neviyên min zanîngeh qedandine."
Çîroka Senaryayê
Lê belê ezmûna hemû derçûyan ne wekhev e.
Senarya Kemal xwendekareke nabîna ye ku di dema sê salan de du bawername wergirtine.
Wê di her du beşên Wêjeya Îngilîzî û Pêwendiyên Navneteweyî de bawername standine lê ew rastî cudakariyê hatiye.
Senarya Kemalê li ser vê yekê wiha got, "Du xwediyên kar daxwaza karkirinê li min kir. Lê dema zanîn ku ez nabîna me poşman bûn."
Di merasîmî de xwendekarên beşên zanistî, kargêrî û wêjeyî bawernameyên xwe wergirtin.
Cara yekem xwendekarekî bawernameya beşa Hişê Çêkirî û Robotîkê wergirt.
Di dawiyê de xwendekaran bi stran û dîlanê kêfxweşiya xwe ya ji bo çinîna berhemê westiyana xwe derbirî.
Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê zanîngeheke serbixwe ye ku sala 2007an hatiye damezirandin.
Xwendina zanîngehê bi zimanê Îngilîzî ye û li gorî sîstema hunerên azad dimeşe.


