Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora rewşa hewayê ya îro eşkere kir.
Li gorî raporê, nayê çaverêkirin ku pileyên germê li seranserê herêmê zêde biguherin lê ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana bihêz û bi birûsk hat dayîn.
Pêşbînî tê kirin ku pêla baranê bi taybetî êvar û şevê li herêmê dest pê bike.
Di raporê de hatiye ragihandin ku piştî êvarî dê li Meletî û Xarpêtê baraneke zêde bibare û birûsk hebin.
Ev pêla baranê dê bi şev ber bi Amed, Mêrdîn, Riha û Sêrtê ve here û li van bajaran jî baraneke zêde tê payîn.
Saziyê bangî welatiyên van herêman kir ku li hemberî egera rabûna lehî û bûyerên din ên neyînî baldar bin.
Berevajî van deran, li herêma Serhedê û deverên bilind rewşeke din heye.
Li bajarên wekî Erzirom, Qers û Wanê asîman dê sayî û kêmewr be.
Li van bajaran baran nayê çaverêkirin lê hewaya wan li gorî deverên din sartir e û pileyên germê dê derdora 19an bin.
Li deverên din ên Tirkiyê rewş çawa ye?
Ji bilî Bakurê Kurdistanê, li herêmên din ên Tirkiyeyê jî rewşên cuda hene.
Li herêmên Marmara, Ege û Behra Reş asman bi piranî sayî ye lê serê sibehê û bi şev mij û xumam çêdibe.
Li Herêma Deryaya Spî, bi taybetî li Edene û Hatayê piştî nîvro baran dibare.
Li Herêma Anatoliya Navîn jî li derdora Qeyserî û Nîgdeyê baraneke herêmî tê çaverêkirin.



