کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e
Kurdistan26-11-2026

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin
Kurdistan26-11-2026

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke Parêzvanên Sînor çûye Deriyê Sînor yê Pişteyê yê li parêzgeha Helebceyê û derî girtiye.

Li gorî zanyariyan ew hêza Parêzvanên Sînor ji pênc otomobîlên leşkerî û kepçeyekê pêk dihat û hemû jî welatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Wê hêzê berpirsên derî agahdar kirine û rê daye wan şofêran ku di derî re hat û çûnê dikin. Piştre bi kepçeyê ax li ber derî rijandiye û ew girtiye.

Bi fermana Elî Zeydî hat girtin

Çavkaniyeke berpirs a li Deriyê Sînor yê Pişteyê ji Rûdawê re axivî û got:

"Hêz saet 16:30î gihîşt derî. Wan di dema girtina derî de got ku fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi wan re ye û ji bo demeke nediyar hat û çûna li derî tê rawestandin û derî tê girtin."

Her li gorî zanyariyên Rûdawê, Deriyê Sînor ê Şûşmê yê li nahiyeya Biyareyê ya Helebceyê jî dê bi heman awayî bê girtin.

Ti alozî derneketine

Wê çavkaniya Rûdawê diyar kir ku li deriyan ti alozî derneketine, hêza Parêzvanên Sînor li Pişteyê bi cih bûye û derî bi qefleyê girtiye.

Deriyên sînor ên Şûşmê û Pişteyê ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Helebceyê ne û dikevin nahiyeyên Biyare û Bemoyê.

Ew her du derî heta niha ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi fermî nehatine naskirin.

Pirsên