Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya entegrasyonê gihiştiye qonaxên dawî û hewldanên têkbirina wê bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi hinek şêniyên bajarê Dirbêsiyê re civiya.
Di hevdîtinê de bipêşveçûnên qonaxa niha û astengên li pêşiya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku pêwîstiya qonaxa niha bi yekkirina hewldanan û bihêzkirina xebata hevbeş heye da ku pêvajoya entegrasyonê bi ser bikeve û ew destkeft werin parastin ku bi têkoşîna zêdetirî 15 salan hatine bidestxistin.
Ebdî da zanîn ku pêvajoya entegrasyonê hemû pêkhateyên herêmê yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermeniyan û her wiha hemû karmendên saziyên Rêveberiya Xweser li xwe digire da ku beşdariya hemû aliyan di saziyên dewletê de were misogerkirin.
Mezlûm Ebdî derbarê xwenîşandanan jî diyar kir ku xwenîşandanên aştiyane mafekî rewa yê her kesî ne û dê dewlet daxwazên welatiyan li ber çavan bigire.
Lê destnîşan kir ku kiryarên têkder, astengkirina pêvajoya entegrasyonê ya ku gihiştiye qonaxên xwe yên dawî yan jî hewldanên ji bo têkbirina wê, bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Ebdî bangî hemû pêkhateyên herêmê kir ku bibin yek, piştgiriyê bidin xebatên çalakkirina saziyên dewletê yên li parêzgehê û li hemberî hewldanên fitne û parçebûnê bisekinin.
Her wiha da zanîn ku her aliyê hewl bide dubendiyê derxe, xizmeta berjewendiyên neteweyî û paşeroja herêmê nake.
Ebdî di dawiya hevdîtinê de bangî malbatan kir ku zarokên xwe han bidin (teşwîq bikin) da ku herin dibistanan û li kêleka zimanê Erebî fêrî zimanê Kurdî jî bibin.
Her wiha bal kişand ser girîngiya parastina zimanê dayikê û xurtkirina rola wî ya di pêvajoya perwerdeyê de.
Çavkanî: ANHA



