کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Stephane Dujarric / Wêne: Rûdaw

Stephane Dujarric / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Namo Ebdullah

Namo Ebdullah

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Namo Ebdullah
Namo Ebdullah25-11-2026

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Nûçeyên Têkildar

Berdevkê YNKyê: Em destê her kesê ku vê statuyê biparêze maç dikin
Kurdistan25-11-2026

Berdevkê YNKyê: Em destê her kesê ku vê statuyê biparêze maç dikin

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir
Kurdistan25-11-2026

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

New York (Rûdaw) - Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand ku navbeynkariya Sekreterê Giştî li Îraqê amade ye û berdewamiya gotûbêj û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo parastina aramiyê pêwîst e.

Wî her wiha tekez kir ku divê serkirdeyên siyasî yên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa Berpirsê Ofîsa New Yorkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Namo Ebdulah bersivand.

Pirsa Rûdawê li ser aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çaresernebûna pirsgirêka deverên nakok piştî bidawîhatina erkê UNAMIyê bû ku bi biryara 1770î ya Konseya Ewlehiyê hatibû erkdarkirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser vê pirsê got:

"Bi ya min gelek pirs hene ku Neteweyên Yekbûyî bi berdewamî tekeziyê li ser wan dike, ne wisa ye?

Lê em nikarin wan bisepînin. Gelek tişt hene ku bi kiryarî em nikarin bisepînin."

"Gotûbêj û hevkariya Hewlêr û Bexdayê pêwîst e"

Dujarric li ser rewşa niha ya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de diyar kir:

"Navbeynkariya Sekreterê Giştî li Îraqê amade ye.

Em hîn di wê baweriyê de ne ku berdewamiya gotûbêj û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo parastina aramî û ewlehiya Îraqê û ji bo bipêşxistina xweşguzeraniya hemû Îraqiyan pêwîst e."

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser xebatên 22 salên borî yên Neteweyên Yekbûyî yên li Îraqê û li pey çû:

"Eger tu li hemû wan karan binêrî ku Neteweyên Yekbûyî di dema hebûna UNAMIyê de bi hevkariya gelê Îraqê kiriye, ji gihîştina şandeya yekem a siyasî ya piştî êrişa Amerîka, Brîtanya û yên din a li ser Îraqê, em di hilbijartinan de li kêleka gelê Îraqê bûn.

Di avakirina welatê wan de em li kêleka gelê Îraqê bûn.

Em dê berdewam bin li ser mayîna li kêleka gelê Îraqê lê divê serkirdeyên siyasî jî berpirsyariya xwe bi cih bînin."

Di beşeke din a pirsa Rûdawê de amaje bi nêrîna hinek çavdêrên navneteweyî hat kirin ku di nav wan de nêrîna Prof. Fabrice Balancheyê ji Zanîngeha Lyonê ya Fransayê heye ku diyar dike "Kanûna Paşîn welatên Rojava pişta xwe da Kurdên Sûriyeyê û îro jî Bexda gefê li otonomiya Kurdên Îraqê dixwe."

Li ser pirsa ka gelo Sekreterê Giştî xwedî heman nêrînê ye an na, Stephane Dujarric got:

"Profesor nêrînên xwe tînin zimên.

Ne karê min e ku ez şiroveya xwe li ser şiroveya wî bikim."

"Sekreterê Giştî her tim parastina mafên Kurdan kiriye"

Dujarric tekezî li ser helwesta neguhêrbar a Sekreterê Giştî ya li hemberî mafên Kurdan kir û ragihand:

"Bi baweriya min Sekreterê Giştî her tim parastina mafên kêmaran kiriye, mafên Kurdan, çi li Îraqê bin, çi li Sûriyeyê, li Îranê yan li Tirkiyeyê bin.

Her wiha her tim gelekî zelal bûye li ser pêwîstiya wê yekê ku kêmar li welatên cuda hest bikin ku parçeyek ji giştî ne, di heman demê de rêz li çand û zimanê wan jî bê girtin."

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî doh çend biryar û rêkarên îdarî, ewlehî û teknîkî li ser dosyeya petrolê, qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê derxistin ku bû sedema berteka tund a serkirdayetiya Herêma Kurdistanê.

Pirsên