Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê ku dihat plankirin sibe (duşem) vegere Serê Kaniyê su sibe (sêşem) vedigere.
Plan hatibû danîn ku karwanê 5em ê koçberan sibe vegere Serê Kaniyê lê Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku ew karwan dê sêşemê ji Kampa Serê Kaniyê û dibistanan vegere cih û warên xwe.
Mehmûd Cemîl eşkere kir ku ew karwan ji nêzîkî 400 malbatan pêk tê ku hejmara wan a giştî digihe derdora 3 hezar kesan û piraniya wan Kurd in.
Li gorî gotina Mehmûd Cemîl, piraniya kesên di wî karwanî de ji rûniştvanên Kampa Serê Kaniyê ne û hinek ji wan jî ew kes in ku li dibistanan bi cih bûbûn.
Mehmûd Cemîl da zanîn ku koçber dê li rojavayê Serê Kaniyê, Zirgan û Til Temirê ve vegerin û destnîşan kir ku ji bo veguhastin û ewlehiya rêwîtiya wan hemû amadehiyên pêwîst hatine temamkirin.
Heta niha 4 karwan vegeriyane:
• Karwanê yekem: 10ê Tebaxê vegeriyabû û ji derdora 400 malbatî pêk dihat.
• Karwanê duyem: 8ê Îlonê vegeriyabû ku ji derdora 700 malbatî pêk dihat.
• Karwanê sêyem: 5ê vê mehê (Çiriya Pêşîn) vegeriyabû û di wî karwanî de 516 malbat hebûn.
• Karwanê çarem: 8ê vê de bi rê ketibû û ji 493 malbatan pêk dihat.



