کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Fayeq Zêdan / Wêne: Arşîv

Fayeq Zêdan / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Fayeq Zêdan: Dadgeha Federal dê li ser nakokiyên Hewlêr û Bexdayê biryarê bide

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin
Kurdistan25-11-2026

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin

Nêçîrvan Barzanî: Divê jin li navendên biryardanê cih bigirin
Kurdistan25-11-2026

Nêçîrvan Barzanî: Divê jin li navendên biryardanê cih bigirin

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê
Kurdistan25-11-2026

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan ragihand ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser şirovekirina destûrê girêdayî Dadgeha Federal a Îraqê ne.

Fayeq Zêdan îro (25ê Çiriya Paşîn) ji Rûdawê re got:

"Pirsgirêka di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya li ser şirovekirina destûrê, li gorî xala duyem a Madeya 93yan a destûrê bi Dadgeha Bilind a Federal ve girêdayî ye ku her du alî jî tekeziyê li ser girîngiya pêbendbûna pê dikin."

Biryara nû ya Dadgeha Bilind a Federal

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser xwesteka Serokwezîrê Îraqê ji bo şirovekirina çend madeyên destûrê biryara şirovekirinê ya bi hejmara 268/Federal/2026an da.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku dabeşkirina desthilatan a di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de nabe bibe sedema parçebûna desthilatên taybet ên hikûmeta federal.

Li gorî vê biryarê ku bi piraniya dengan û bi nerazîbûna du endamên dadgehê derketiye, li ser desthilatên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê 7 xalên sereke hatin diyarkirin.

7 xalên biryara Dadgeha Federal

Yekem - Parastina sînoran: Parastina sînorên navneteweyî yên Îraqê di desthilata taybet a hikûmeta federal de ye. Hikûmeta Îraqê mafê wê heye ku hêzên çekdar ên federal bi cih bike û ji bo parastina tevahiya sînorên li gel welatên cîran tedbîrên pêwîst bigire, di nav de ew sînorên ku dikevin nav wê axa ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin heye.

Duyem - Deriyên sînorî: Desthilatên federal xwedî mafê serperiştî, çavdêrî û kontrolkirina hemû deriyên sînor ên Îraqê ne, di nav de deriyên Herêma Kurdistanê jî heye. Birêvebirina gumrikan bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavan tê girtin.

Sêyem - Elektronîkkirina gumrikan: Avakirina sîstemeke niştimanî ya yekgirtî ji bo elektronîkkirina deriyên sînor û gumrikan û girêdana wan a bi wezaretên federal re li seranserê Îraqê û Herêma Kurdistanê, di desthilata hikûmeta federal de ye.

Çarem - Petrol û gaz: Birêvebirina petrol û gaza ku hatiye derxistin dê ji aliyê hikûmeta federal, Hikûmeta Herêmê û parêzgehên berhemanîner ve be. Lê Wezareta Petrolê ya Îraqê û desteyên çavdêriyê yên federal mafê serperiştî, çavdêrî û hûrbîniyê li ser qad, pêvajo û peymanên berhemanîn, derxistin, firotin û hinardekirina petrol û gazê heye.

Pêncem - Dahatên nepetrolî: Hikûmeta federal xwedî desthilata dariştina siyaseta darayî û gumrikê, diyarkirina pênaseya gumrikê ya yekgirtî, serperiştî, hûrbînî û vegerandina dahatên giştî yên bac, lêçûn û dahatên nepetrolî ye ji seranserê Îraqê û Herêma Kurdistanê ji bo xezîneya giştî.

Şeşem - Sînorê cografî yê desthilatên Herêmê: Sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê li gorî xala 53/Ayê ya Yasaya Birêvebirina Dewletê û Madeya 143yan a destûrê tê diyarkirin. Ev sînor wan deveran li xwe digire ku heta roja 19ê Adara 2003yan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyala û Nînowayê dihatin birêvebirin. Desthilata Herêma Kurdistanê nikare derbasî derveyî wî sînorî bibe, bi liberçavgirtina bendên destûrî yên taybet bi deverên nakok (Madeya 140î).

Heftem - Deverên li derveyî sînorê Herêmê: Birêvebirin û pêkanîna desthilatên destûrî, kargêrî û cîbicîkarî li wan deverên ku dikevin derveyî sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê, tenê li ser milê desthilatên federal e. Pêkanîna desthilata kargêrî ya defakto ji aliyê Herêmê ve li derveyî wî sînorî, ti maf û desthilateke destûrî ji bo wê ava nake.

"Ev biryar pêbendker e"

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê di dawiya biryara xwe de destnîşan kir ku ev biryara wê teqez e û hemû desthilatan pêbendî bicihanîna wê dike.

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin
Kurdistan25-11-2026

Li Hewlêrê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandaneke mezin tê lidarxistin

Nêçîrvan Barzanî: Divê jin li navendên biryardanê cih bigirin
Kurdistan25-11-2026

Nêçîrvan Barzanî: Divê jin li navendên biryardanê cih bigirin

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê
Kurdistan25-11-2026

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê

Pirsên