Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî ragihand ku wan her tim piştgiriya çareseriya aştiyane kiriye û ew amade ne li gel Îranê dest bi guftûgoyê bikin.
Xalid Ezîzî bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Hîwa Cemal ên li ser mijarên di rojevê de bersivandin.
"Pirsgirêka Kurdan bi diyalogê çareser dibe"
Xalid Ezîzî diyar kir ku ew çareseriya aştiyane her tim çêtir dibînin û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku Pirsgirêka Kurdan bi rêya guftûgo û diyalogê çareser dibe. Em amade ne li gel Îranê guftûgoyê bikin lê bêyî hevalbendiya partiyan em naçin nav ti dan û standinan."
Ezîzî li ser biryardana partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî anî zimên, "Em bi xwe biryarê li ser çarenivîsa partî û gelê xwe didin."
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî ji Rûdawê re gotibû ku ne wan Dr. Qasimlo kuştiye.
Berdevkê PDK-Îyê bersiv da daxuyaniyên wî û got:
"Gotinên Konsulê Îranê rengvedana helwesta Artêşa Pasdaran a Îranê ne. Îranê bi dehan serkirde û ciwanên me teror kirine lê Hizba Demokrat ti carî bi terorê bersiva terorê nedaye."
Xalid Ezîzî her wiha bal kişand ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir:
"Kamp tenê cihê niştecihbûna welatiyên sivîl in. Em Îraq û Kurdistana Îraqê nakin eniya paşîn a şer."
"Bi bidarvekirinê dengê Kurdan nayê birîn"
Xalid Ezîzî li ser guvaş û siyaseta zextê ya Tehranê ya li hemberî Kurdan jî anî zimên, “Îran bi kuştin û darvekirinê nikare dengê Kurdan qut bike."


