Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê, bi du dronan êrişî Kampa Azadiyê ya ku malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin hat kirin.
Berpirsekî pilebilind ê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ji Rûdawê re ragihand kampeke wan a ku berê hatibû valakirin hatiye armanckirin û zererên canî çênebûne.
Endamê Serkirdatiya PDK-Îyê Amanc Zêbayî ji Rûdawê re axivî û got:
"Îro (12-10-2026), demjimêr 12:05ê nîvro bi droneke Şahid 136 a Îranê êrişî Kampa Azadiyê hat kirin ku berê malbatên pêşmergeyan lê bûn."
"Êrişa duyem piştî 20 xulekan hat kirin"
Amanc Zêbayî ku heman demê berpirsê pêwendiyên PDK-Îyê yê li Hewlêrê ye got:
"Demjimêr 12:25ê nîvro bi drona duyem jî êrişî heman kampê hat kirin."
Amanc Zêbayî derbarê zererên êrişê jî got, “Ji ber ku berê cih hatibû valakirin, ti zererên canî çênebûne. Îran ji bo çêkirina tirs û xofê van êrişan dike."
Zêdetirî hezar dron û mûşekan
Li gorî lêkolîn û şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Îranê re heta niha bi zêdetirî hezar dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.



