Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê berê yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî rewşa siyasî ya Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê gotûbêj kir.
Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşketinê Mihemed Şiya Sûdanî qebûl kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Îraq û herêmê hat axaftin.
Her du aliyan di civîna xwe de destnîşan kir ku divê kabîneya wezîran a hikûmeta federal were temamkirin.
Wan her wiha destnîşan kir ku divê piştgirî li hikûmetê bê kirin.
Çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê
Di beşeke din a civînê de, pesendkirina budceya giştî û derxistina yasayên pêwîst hatin nirxandin.
Her wiha hat xwestin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û hevtêgihîştinê werin çareserkirin.

.webp&w=3840&q=75)

