Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku li herêma Metînayê hinek şkeft hatine valakirin û radestî saziyên dewletê hatine kirin û ev bipêşketin ji bo pêvajoyê girîng e.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Dîlokê bi nûnerên saziyên civaka sivîl û rîspiyan re civiya û li ser pêvajoya çareseriyê daxuyanî dan.
“Di pêvajoyê de qonaxeke baş hat derbaskirin”
Kurtulmuş diyar kir ku divê Tirkiye li hemberî bipêşketinên li herêmê xwedî helwesteke xurt be.
Wî bal kişand ser wê yekê ku ji bo vê yekê divê ew di warên aborî, hiqûq, siyaset û hevgirtina civakî de xurt bin.
Kurtulmuş anî zimên ku luksa Tirkiyeyê tune ku pirsgirêkên xwe yên heyî bi paşve bixe û got ku tevî bipêşketinên li herêmê jî welat aramiya xwe diparêze.
Kurtulmuş destnîşan kir ku armanca 'Tirkiyeyeke bê teror' bi aqilê dewletê û îradeya hevpar a milet pêk tê.
Wî her wiha xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di bin banê Parlamentoyê de hatibû avakirin bi bîr xistin.
Kurtulmuş diyar kir ku rapora ku Komîsyonê amade kiriye ji bo pêvajoyê wekî nexşerêyekê ye û got ku di vê çarçoveyê de Qanûna Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî bi dengê 467 parlamenteran hatiye qebûlkirin.
“Divê bê piştrastkirin ku çek hatine danîn”
Kurtulmuş anî zimên ku di raya giştî de derbarê çawaniya meşandina pêvajoyê de rûbirûyî pirsan dibin û got:
"Ji bo bicihkirina qanûnê, divê pêşî yekîneyên ewlehiyê yên pêwendîdar tesbît û piştrast bikin ku rêxistinê çek danîne û xwe fesix kiriye."
Kurtulmuş daxuyand ku paşê tê pêşbînîkirin ku Desteya Ewlehiya Neteweyî vê rewşê ragihîne û da zanîn ku dê pêvajo bi rêya mekanîzmayên cuda were şopandin.
Kurtulmuş eşkere kir ku dê desteyeke bilind bi serokatiya Alîkarê Serokkomar pêvajoyê bi rê ve bibe.
Wî her wiha got ku dê komîteyeke çavdêriyê ku ji aliyê partiyên siyasî yên li Parlamentoyê ve bi hevparî bê avakirin jî pêvajoyê bişopîne.
Kurtulmuş careke din bal kişand ser bipêşketina li Metînayê û wiha axivî:
“Îro we jî herhal dît û bihîst. Li herêma Metînayê di pêvajoya radestkirina hinek şkeftên di destê rêxistinê de û hinek çekên di wan şkeftan de ji bo saziyên dewletê gaveke girîng hat avêtin. Ew der hatin valakirin û radestkirin.”
Kurtulmuş îdia kir ku li nav Tirkiyeyê jî ti endamekî rêxistinê nemaye û ti xebat nayê meşandin.
Wî anî zimên ku ew ji pêşveçûna pêvajoyê kêfxweş e.
Kurtulmuş got, “Bi îzna Xwedê piştî çend serdeman em dê qet qala wê yekê nekin bê ka li Tirkiyeyê teror hebû an nebû.”
Wî diyar kir ku ew armanc dikin ev mesele bibe parçeyek ji dîroka siyasî.
“Girîng e ku rêxistin bi temamî bêçek bibe”
Kurtulmuş amaje bi wê yekê kir ku di qonaxa bê ya pêvajoyê de dabînkirina bêçekkirina rêxistinê bi temamî girîng e.
Wî destnîşan kir ku li gel vê yekê divê ji bo serdestiya hiqûqê û bipêşxistina standardên demokratîk ên li Tirkiyeyê gavên pêwîst bên avêtin.
Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya hîskirina encamên pêvajoyê ji aliyê civakê ve bi awayekî rasterast û da zanîn ku ji bilî jîngeha aram divê destkeftiyên aborî jî derkevin holê.
Kurtulmuş behsa şer û pevçûnên li herêmê kir û anî zimên ku divê welat û gel li şûna perçebûnê di nava yekîtiyê de tevbigerin.
Kurtulmuş got, “Eger ew dê perçe bikin em dê kom bikin, bikin yek û înşelah em dê hemû gelên vê herêmê bi hev re derxînin asteke xurttir.”
Kurtulmuş daxuyand ku ew dê rê nedin ku encamên erênî yên pêvajoyê di bin sîberê de bimînin û li hemberî provokasyonên îhtîmalî jî hişyarî da.
Kurtulmuş got, “Em dê destûrê nedin ku ti kes vê pêvajoyê xera bike û encamên erênî yên li vir bixe bin sîberê.”
Wî parast ku dewlet bibiryar e û di civakê de jî îradeyek ji bo pêvajoyê heye.
Hişyariya zimanê cudakar
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê zimanê tê bikaranîn jî girîng e.
Kurtulmuş amaje pê kir ku divê ji gotinên ku beşên cuda yên civakê ji hev vediqetînin dûr bisekinin û wiha axivî:
“Êdî li vî welatî divê ti kes zimanê cudaxwaz bi kar neyîne. Divê ti kes bi zimanên cudaxwaz piştgiriyê nede hinek senaryoyên perçebûnê.
Bi heman awayî, divê ti kes komeke din wekî xerîb nebîne, wan bêqîmet neke û qet û qet cudakariyê neke.”
Kurtulmuş tekezî li ser yekîtî, bihevrejiyan û biratiyê kir.
Wî anî zimên ku divê li Tirkiyeyê careke din rê ji wan gotinan re neyê vekirin ku cudakariyên raboriyê geş dikin.
Kurtulmuş got ku dê ji wê xala ku aqilê dewletê û îradeya hevpar a milet derxistiye holê ti veger çênebe.



.jpg&w=3840&q=75)