Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Dêrsim û Erzinganê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Qeza li nêzîkî gundê Murdifanê yê navçeya Pilemeriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê rû da.
Li gorî agahiyan, du otomobîl rû bi rû li hev qelibîn.
Ji ber hêza lêdanê, otomobîlek ji rê derket û wergeriya.
Birîndar veguhastin nexweşxaneyê
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê alîkariya destpêkê da birîndaran.
Pişt re her 6 birîndar bi ambûlansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatin kirin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.


