Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê zextên li ser cotkarên Kurd bi dawî nabin û her ku diçe pirsgirêkên nû derdikevin holê.
Li gundê Nadrawayê ya qezaya Dubizê, zeviyeke çandiniyê ya 43 donimî ji aliyê Erebên hawirde ve hatiye dagirkirin ku dixwazin li herêmê bi cih bibin.
Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn diyar kir ku Erebên hawirde û fermandarên Heşdî Şebiyê dest danîne ser zeviya cotkarekî Kurd.
Erdên me hatin dagirkirin
Bawan Ebas ku kurê xwediyê zeviyê ye, ji Rûdawê re diyar kir ku ev kesên ku ketine ser milkê wan, Erebên hawirde ne û ji parêzgehên din ên Îraqê hatine.
Her wiha da zanîn ku çend kes ji wan fermandarên Heşdî Şebiyê ne.
Ebbas behsa rewşa zeviyê kir û wiha got:
"Kesên ku axa me dagir kiriye, Ereb û berpirsên leşkerî yên Heşdî Şebiyê ne. Me berê li vir ceh çandibû lê piştî ku ketin nav erdê me, şûna ceh genim çandin."
Pirgirêk gihîşt dadgehê
Li Kerkûkê, pirsgirêka xwedîtiya wan zeviyên ku di çarçoveya Madeya 140 a Destûra Îraqê de ne, hîn jî bi rêya peymanên çandiniyê yên bi nakok tê birêvebirin.
Ji bo standina mafê xwe, xwediyê zeviyê serî li Dadgeha Dubizê daye û tê çaverêkirin ku dadgeh îro rûniştina yekem li ser vê dozê pêk bîne.
Bawan Ebas destnîşan kir ku peymana wan a çandiniyê ya nû heye û dadwer ji bo biryardanê li benda bersiva fermî ya Birêvebiriya Çandiniyê ya Kerkûkê ye.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)