Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku çima beşdarî civîna DEM Partiyê û Înîsiyatîva Yekîtiya Demokratîk a li Amedê nebûye.
PWKyê da zanîn ku “siyaseta DEM Partiyê û nêrînên Abdullah Ocalan mafên neteweyî yên miletê Kurd tune dihesibînin” û ji ber vê yekê ew beşdarî civînên wan nabin.
DEM Partiyê 25ê Çiriya Pêşîn a 2026an li Amedê bi hinek partî, sazî û komên sivîl re civînek li dar xistibû.
PWKyê diyar kir ku ji bo vê civînê vexwendname ji wan re jî çûbû lê wan ji berpirsên DEM Partiyê re ragihandiye ku ew dê beşdar nebin.
Her wiha hat bibîrxistin ku beriya niha Înîsiyatîva Yekîtiya Demokratîk jî PWK dawetî civînên xwe kiribû lê partiyê ew bangawazî jî qebûl nekiribû.
"Siyaseta wan rastiya Kurdistanê di nav xwe de nahewîne"
Buroya Ragihandinê ya PWKyê destnîşan kir ku ew ji diyaloga bi hemû aliyên siyasî re vekirî ne lê sedema beşdarnebûna xwe wiha anî zimên:
"Ji ber siyaset û nêrînên DEM Partiyê û Înîsiyatîva Yekîtiya Demokratîk ên ku rastiya Kurd û Kurdistanê û prensîbên neteweyî û demokratîk di nav xwe de nahewînin, em beşdarî civînên her du dezgehan ên bi îdiaya 'yekîtiya neteweyî' nebûn."
PWKyê da zanîn ku dema li Bakurê Kurdistanê qala yekîtiya neteweyî tê kirin, “pir caran yekîtiyeke li dora Ocalan, PKK, DEM Partî û DBPyê tê qestkirin.”
Partiyê destnîşan kir ku DEM Partî xwe wekî "Partiyeke Tirkiyeyî" pênase dike û ev pênase li gel hevkariyeke neteweyî ya Kurdistanî li hev nake.
Rexneya li ser nêrînên Ocalan
PWKyê di daxuyaniya xwe de bi tundî rexne li tezên Abdullah Ocalan girtin û diyar kir ku nêrînên Ocalan ên wekî "neteweya demokratîk" û "welatîbûna wekhev" mafên kolektîf ên Kurdan red dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ocalan çareseriyên wekî dewleta serbixwe, federasyon û otonomiyê red dike.
Ew hêzên neteweyî û demokratîk ên her çar parçeyên Kurdistanê wekî 'pêkhateyên li dijî şoreşê' bi nav dike.
DEM Partî, DBP û PKK jî piştgiriyê didin van nêrînan. Baş e, divê em bipirsin: Bi partiyên ku weha difikirin re dê çawa yekîtiya neteweyî bê avakirin?"
PWKyê her wiha bal kişand ser hevdîtinên şandeya Îmraliyê û got ku “Ocalan dixwaze bi tena serê xwe bibe merciyê biryardanê.”
Li gorî partiyê, di pergaleke wiha de ti rol û berpirsyarî ji bo partiyên din, saziyên sivîl û kesayetên Kurd namîne.
"Divê partiyên Kurdan bibin mixetabên dan û standinan"
PWKyê ragihand ku ew devjêberdana çekan a ji aliyê PKKyê ve di berjewendiya gel de dibînin lê tekez kir ku rojeva niha ya Tirkiyeyê ne pêvajoyeke rasteqîn a aştiyê ye û got:
"Tiştê ku em dibînin pêvajoyeke mijûlkirinê ye ku hebûna miletê Kurd û mafên wî yên neteweyî paşguh dike."
PWKyê daxwazên xwe yên lezgîn bi vî awayî rêz kirin:
- Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û dozên li hemberî wan bên betalkirin.
- Nasnameya Kurdî, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û fermîbûna Kurdî di destûrê de bên mîsogerkirin.
- Divê hevdîtinên li pişt deriyên girtî bi dawî bibin.
- Partiyên siyasî yên Kurdan, rêxistinên sivîl û kesayetên qebûlbar wekî nûnerên nêzîkî 30 milyon Kurdî bibin mixetabê dan û standinên bi Dewleta Tirkiyeyê re.
Banga tifaqa stratejîk a neteweyî
PWKyê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hemû partî, kom û kesayetên Kurd kir ku li ser bingeha statuya siyasî ya Kurdistanê û mafê çarenivîsê tifaqeke neteweyî ava bikin.
PWKyê biryarên Konferansa 14ê Adara 2026an a li Amedê bi bîr xist û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku di van rojên li pêşiya me de, bi lidarxistina konferansekê em dê mizgîniya hevkariya neteweyî bi xelkê xwe re parve bikin."



