Hisîça (Rûdaw) - Ji ber barîna barana zêde û rabûna lehiyê li Kampa Serê Kaniyê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê, zerereke mezin gihîşt nêzîkî 200 malbatan li kampê.
Koçberên ku ji ber hêviya vegera li ser malên xwe amadekariyên zivistanê nekiribûn, niha di bin şert û mercên giran de rûbirûyî zivistaneke dijwar mane.
"Av derbasî nav konan bû"
Konên kampê yên ku bu demê re kevn bûne, êdî pîne jî nabin.
Ji ber baran û bagerê, av ketiye nav nêzîkî 200 konan û gelek kel û pelên koçberan di bin avê de xera bûne.
Koçberê bi navê Ezîz Mendo Hemê li ser şeva karesatê wiha got:
"Şeva borî ji ber baran, zîpik û ba em qet raneketin. Dîwar hilweşiyan û av kete nav konan.
Heta sibehê em ji tirsan re şiyar man. Mala min bi xwe li Serê Kaniyê ye, li Taxa Hewarnayê ye.
Xaniyê min wêran bûye û talan kirine. Ne derî ne jî pencere hiştine, heta kabloyên elektrîkê jî kişandine."
Rêxistinên mirovî ji kampê derketine
Ev karesata lehiyê di demekê de ye ku hema bêje ti rêxistina navneteweyî û mirovî di nava kampê de nemaye.
Ji ber belavbûna nûçeyên destpêkirina pêvajoya vegerê, rêxistinên mirovî ji kampê bar kiriye û koçber bi tenê hiştine.
Heyva Sor a Kurd heta ji dest hatiye alîkariyên sînordar pêşkêş kirine lê berpirsên wê tekez dikin ku çareseriya bingehîn ne alîkarî, tenê vegera li warê wan e.
"Amadehiya zivistanê nekiribûn"
Birêvebirê Heyva Sor a Kurd ê Şaxa Hisîçayê Mehcûb Hiso li ser rewşa heyî ya li kampê ragihand:
"Xelkê li ser hêviya ku dê vegerin mal, cih û warên xwe, amadehiya zivistanê nekiribû. Vê yekê jî rewş girantir kir.
Di her du kampan de bi giştî konan zerer dîtine lê bi taybetî nêzîkî 200 malbatan gelekî zerer dîtine."
Nêzîkî 13 hezar malbat li benda vegerê ne
Kampa Serê Kaniyê yek ji sê kampên sereke yên li parêzgeha Hisîçayê ye ku koçberên ji Serê Kaniyê lê bi cih bûne.
Li gorî amarên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, hejmara koçberên ku li herêmê li benda vegera li ser warê xwe ne wiha ye:
- Li Kampa Serê Kaniyê: 4 hezar û 200 malbat
- Li Kampa Waşûkaniyê: 4 hezar malbat
- Li Kampa Newrozê: 500 malbat
- Li navendên koçberan: Hezar û 200 malbat
- Li xaniyên bi kirê: 2 hezar û 800 malbat
Bi giştî 12 hezar û 800 malbatên koçber ên xelkê Serê Kaniyê, di bin şert û mercên zehmet de li benda roja vegera li ser mal û milkên xwe ne.



