Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Eşîrên Şingalê ragihand ku li gorî peymana nû ya li gel hikûmeta Îraqê, zêdetirî 4 hezar şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û hêzên hevpeymanên wan di nava hêzên ewlehiyê yên Îraqê de cih digirin.
Wî her wiha anî zimên: "Em Êzidî ne û em naxwazin ji Kurdistanê dûr bikevin."
Serokê Desteya Eşîrên Şingalê Şêx Dexîl Murad bû mêvanê bultena Korojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Cefer Mubeşirniya pêşkêş kir û li ser peymana dawî ya di navbera hikûmeta Îraqê û hêzên YBŞyê de agahî dan.
Şêx Dexîl Murad li ser hûrgilî û mekanîzmaya peymana bi Bexdayê re diyar kir ku peyman li ser xaleke sereke ye, ew jî fermîkirina wan hêzan e ku ji sala 2014an ve li Şingalê hatine avakirin û got:
"Bi giştî ew hêzên ku diçin ser hêzên hikûmeta Îraqê 4 hezar û 165 şervan in ku ji şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê pêk tên."
Li gorî daxuyaniya Serokê Desteya Eşîrên Şingalê, dabeşkirina şervanan dê bi vî awayî be:
· Hezar şervan di çarçoveya Lîwaya 74an de dibin Heşdî Şebî û li ser du fewcan tên dabeşkirin (Fewca Qibletê û Fewca Şimalê).
· Hezar û 500 şervan diçin ser Fewca Parastina Mezar û Cihên Pîroz ên dînî yên Kurdên Êzidî.
· Hezar û 500 şervan li ser erkê polîsên xwecihî û polîsên civakî tên bicihkirin ku nêzîkî 200 şervanên jin ên YJŞyê jî ji bo parastina navend û mezargehan di nav wan de hene.
· Beşek ji şervanên din diçin ser Wezareta Parastinê û beşek jî di bin sîwana Wezareta Karên Navxwe de dibin polîsên federal.
Çarenivîsa endamên biyanî û yên PKKyê
Şêx Dexîl Murad li ser pirsa çarenivîsa wan çekdar û endamên YBŞyê yên ku ne xelkê Îraq û Şingalê ne got:
"Ew wekî şêwirmend li Şingalê mabûn. Di qonaxa şerê DAIŞê de çawa ku hêzên Koalîsyonê xwedî rola şêwirmendiyê bûn, ew jî bi heman awayî bûn.
Niha rê vekirî ye û dikarin vegerin Silêmanî, Dihok an Hewlêrê û cihên xwe.
Ti astengî li pêşiya wan nîne û li ser vê mijarê têgihîştin û dan û standin berdewam dikin."
Şêx Dexîl Murad da zanîn ku di vê peymana nû ya li gel Bexdayê de bi ti awayî behsa Madeya 140î nehatiye kirin û da zanîn:
"Eger bi rengekî destûrî û yasayî bê bicihkirin em ne li dijî Madeya 140î ne çimkî mafê tezmînkirinê dide xelkê lê hikûmeta Îraqê li gorî parêzgehên Enbar û Selahedînê di avadankirin û tezmînkirina Şingalê de xemsar bûye."
Serokê Desteya Eşîrên Şingalê Şêx Dexîl Murad her wiha anî ziman:
"Her Kurdekî ku Êzidiyan wekî birayê xwe nebîne, ew Kurd ne Kurdekî temam e.
Her Êzidiyekî ku gelê Kurd bi birayê xwe nezane, ji rastiya xwe fêm nake.
Em Êzidî ne û em naxwazin ji Kurdistanê, ji hev dûr bikevin."
Şêx Dexîl Murad bi bîr anî ku sala 2014an hemû parçeyên Kurdistanê deriyên xwe ji Kurdên Êzidî re vekirin û nanê xwe bi wan re parve kir û li pey çû:
"Nabe cudahî û nakokiyên siyasî bibin sedema çêbûna dubendiyê di navbera gelê Kurd û xwişk û birayên wan ên Êzidî de."


