Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên bilind ên parêzgehên Mûş, Qers û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê berf bariya.
Berfê li Mûşê di çûn û hatinê de astengî çêkirin û tîman ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kir.
Roja înê li Mûşê bi daketina pileyên germahiyê re, li deverên bilind berf bariya û lûtkeyên çiyayan spî bûn.
Li herêma Çavuştepeyê ku bilindahiya wê 2 hezar û 550 metre ye berfeke zêde bariya û deverên çiyayî bi temamî spî bûn.
Ji ber berfê li ser rêya koma gundên Sêmalê ya li herêma Çavuştepeyê şofêr di çûn û hatinê de rûbirûyî astengiyan bûn.
Li ser vê yekê tîmên Îdareya Taybet a Mûşê bi makîneyên kar dest bi xebatên paqijkirina berfê û vekirina rê kir.
Hat ragihandin ku tîm bi berdewamî li ser rêyê dixebitin da ku rêya 10 gund û 22 gundikên parêzgehê neyê girtin.
Li deverên bilind ên navçeya Qamûşanê ya Qersê jî ku bi navendên xwe yên kaşûnê û geştyariya zivistanê bi nav û deng e yekem berfa salê bariya.
Li navenda kaşûnê ya Qamûşanê barana ku ji êvarê ve dibariya cihê xwe ji berfê re hişt.
Lûtkeya navendê ku 2 hezar û 634 metre ji asta deryayê bilind e bi berfê spî bû û dîmenên balkêş derketin holê.
Lûtkeya Palandokenê spî bû
Li aliyê din li deverên bilind ên parêzgeha Erziromê jî piştî baranê berf bariya.
Berfê lûtkeya Çiyayê Palandokenê ku bilindahiya wî digihêje 3 hezar û 176 metreyan spî kir.
Her wiha piştî barîna berfê mij jî çêbû.
Bi hatina yekem berfa salê li her sê parêzgehên Bakurê Kurdistanê dîmenên ciwan û balkêş derketin holê.
Parêzgehên Mûş, Qers û Erzirom ji wan bajaran in ku demsala zivistanê lê gelekî zû dest pê dike, dirêj dikişîne û berfeke zêde li wan dibare.
Bilindahiya hinek lûtke û deverên wan ji 2 hezar û 500 metreyî zêdetir e û ji ber wê jî li wan deveran berî dema asayî ya demsala zivistanê berf dibare.



