کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Ji bo vegera xelkê Serê Kaniyê forumek hat lidarxistin

Vîviyan Fetah

Vîviyan Fetah

31-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah31-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Kirmaşanê dê 22 girtî bên berdan azadkirin
Kurdistan31-10-2026

Li Kirmaşanê dê 22 girtî bên berdan azadkirin

50 xortên Kurd ji girtîgehên Sûriyeyê hatin berdan
Kurdistan31-10-2026

50 xortên Kurd ji girtîgehên Sûriyeyê hatin berdan

Li Rihayê du malbat bi çekan bi hev ketin
Kurdistan31-10-2026

Li Rihayê du malbat bi çekan bi hev ketin

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê "Foruma Koçberiya bi Zorê ya 2026an" hat lidarxistin.

Dirûşma forumê "Mafê vegera bi ewle, vegerandina malan û parastina aştiyê" bû.

Nûnerên hikûmetê, saziyên civaka sivîl û komîteyên koçberan tevlî korbendê bûn.

Beşdaran di korbendê de tekezî li ser çend xalan kir.

Wan xwest ku vegera bi ewle û garantiyên qanûnî werin misogerkirin.

Her wiha wan xwest ku malên xelkê Serê Kaniyê yên ku hatine dagirkirin radestî xwediyên wan werin kirin.

Divê garantiyên qanûnî hebin

Nejla Xelefa koçber ji bajarê Serê Kaniyê ye.

Nejla Xelef tevlî Korbenda Qurbaniyên Koçberiya bi Zorê bû.

Koçbera ji Serê Kaniyê Nejla Xelefê li ser daxwazên xwe wiha got:

“Divê ewlehî hebe, divê parastin hebe û divê garantiyên qanûnî hebin da ku em vegerin.

Di destpêkê de Lîwaya Sultan Murad ket mala min.

Piştre Erebekî hawirde tê de rûnişt û niha jî sê kes ketine mala me ku em nizanin kî ne.

Divê rêyeke ewle, parastin û garantî hebe da ku em vegerin.

Her kesê ku diçe nizane ka dê bi silametî vegere yan na çimkî hîn jî komên çekdar hene.”

Amadehiyên ji bo karwanê 7an didomin

Encûmena Birêvebiriya Parêzgeha Hisîçayê jî beşdarî forumê bû.

Encûmenê da zanîn ku amadehiyên vegera karwanê 7an ê koçberên Serê Kaniyê didomin.

Wan diyar kir ku bi saya hewldanên wan, birêvebiriya bajarê Serê Kaniyê li dijî wan kesên ku malên Kurdan vala nakin biryareke tund daye.

Endamê Meclisa Birêvebiriya Parêzgeha Hisîçayê Ebdulrehîm Mehmûd got:

“Hîn jî li cem Ereban li hemberî Kurdan hişmendiyeke şovenî heye.

Kiryarên xerab û zîhniyeta Baesê hîn jî hene.

Em dikarin wê biryara ku derketiye bi kar bînin. Dibe ku ew biryar li pêşiya wan kiryaran bibe astengiyeke baş.”

Banga ji bo 10 malbatan

5 rêxistinên civaka sivîl li bajarê Qamişloyê ev forum li dar xist.

Wan mijarên wekî vegera aram, parastina aştiya civakî û vegerandina mal û milkan nîqaş kirin.

Rêxistinan ji hikûmeta Sûriyeyê û Parêzgeha Hisîçayê xwest ku  10 malbatên mane beriya zivistanê zû vegerin û ewlehiya wan were parastin.

Nûçeyên Têkildar

Li Kirmaşanê dê 22 girtî bên berdan azadkirin
Kurdistan31-10-2026

Li Kirmaşanê dê 22 girtî bên berdan azadkirin

50 xortên Kurd ji girtîgehên Sûriyeyê hatin berdan
Kurdistan31-10-2026

50 xortên Kurd ji girtîgehên Sûriyeyê hatin berdan

Li Rihayê du malbat bi çekan bi hev ketin
Kurdistan31-10-2026

Li Rihayê du malbat bi çekan bi hev ketin

Pirsên