Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku li girtîgehên parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 22 girtî bi asankariya yasayî werin berdan.
Serokê Desthilata Dadweriyê ya parêzgehê ragihand ku ew dixebitin ku girtîgehên Kirmaşanê veguhêzin cihekî guncawtir.
Îro Serokê Desthilata Dadweriyê ya Parêzgeha Kirmaşanê Kiyumers Emîrxanî yek ji girtîgehên parêzgehê ziyaret kir.
Emîrxanî di ziyaret xwe de got, “Divê em ji derfetên yasayî sûdê wergirin û asankariyê ji bo wan girtiyan bikin ku şertên wan guncaw in.”
22 girtî tên berdan
Li gorî gotina Kiyumers Emîrxanî, biryar hatiye dayîn ku 22 girtî bi asankariya yasayî li girtîgehên Kirmaşanê werin berdan.
Wî da zanîn ku dê ji bo 20 girtiyan "moleta bidawîhatina zindanê" were dayîn û 2 girtî jî dê bi kefaletê werin berdan.
Moleta bidawîhatina zindanê tê wê wateyê ku girtî bi navê moletê ji girtîgehê derdikeve lê êdî pêwîst nake vegere.
Ew kes rasterast dibe kesekî serbest, çimkî moleta wî bi bidawîhatina dema cezayê wî re diqede.
Kiyumers Emîrxanî sedema girtina wan kesên ku tên berdan eşkere nekir.
Wî li ser berdana got, "Hinek caran berdana jineke girtî dikare bibe sedema vegera malbatekê ya ji bo jiyana asayî. Ev yek dikare rê li ber gelek zerer û pirsgirêkên civakî bigire."
Girtîgehên Kirmaşanê tên veguhastin
Yek ji girtîgehên sereke yên parêzgeha Kirmaşanê girtîgeha Mahîdeştê (Qeymas) ye.
Ev girtîgeh ji bilî cihê girtiyan, gelek kargehan jî li xwe digire û girtî dikarin li wan kargehan bixebitin.
Kiyumers Emîrxanî di beşeke axaftina xwe de li ser vê girtîgehê axivî û got:
"Cihê girtîgehê ne guncaw e û kesûkarên girtiyan dema serdanê de neçar in rêyeke dûr û dirêj bibirin."
Serokê Desthilata Dadweriyê ya Kirmaşanê da zanîn ku ew veguhastina girtîgehên parêzgehê pêwîst dibîne û got?
"Em li ser veguhastina girtîgehên parêzgehê biryara Serokê Desthilata Dadweriyê ya welêt dişopînin.
Ev pêngav ji bilî bilindkirina asta ewlehiyê û asankariya di birêvebirinê de, dê pirsgirêka hatûçûyê ya kesûkarên girtiyan jî kêm bike."
Emîrxanî da zanîn ku ji bo veguhastina girtîgeha Mahîdeştê û dabînkirina çavkaniyên darayî, ew dê erdên wê girtîgehê bifiroşin û got:
"Dê li cihekî guncawtir komelgeheke nû were avakirin. Divê em ji bo vê mijarê bi cidî bixebitin."
Li sînorê Kirmaşanê 8 girtîgehên mezin hene.
Li gorî amarên fermî yên Desthilata Dadweriyê ya parêzgehê, di navbera 4 hezar û 500 heta 5 hezar û 500 girtî li wan girtîgehan hene.
Her wiha ji sedî 98ê wan girtiyan mêr in.



