Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredara berê ya navçeya Pasûrê ya Amedê Sadiye Suer li Antalyayê hat girtin.
Bi hinceta heqareta li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 2 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê li Sadiye Suerê hatibû birîn û ew di çarçoveya înfaza vî cezayî de hat girtin.
Suera ku li Antalyayê dijî, polîsan bi rêya malbata wê pê re pêwendî danî.
Polîsan jê re ragihand ku biryara girtinê li ser heye û divê ji bo karên îmzeyê biçe edliyeyê.
Suer çû Edliyeya Antalyayê, li wir hat girtin û ew şand Girtîgeha Girtî ya Tîpa Lyê ya Antalyayê.
Parêzerê Suerê da zanîn ku hîn demname (mudetname) negihîştiye destê wan û ew nizanin ka ew dê çi qasî di girtîgehê de bimîne.
Doz bi giliyê qeyûm hatibû vekirin
Sadiye Suera ku di hilbijartinên herêmî yên 2014an de ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî Hevşaredara Pasûrê hatibû hilbijartin, ji ber axaftineke di dema wezîfeya xwe de doz lê hatibû vekirin.
Di doza ku li Dadgeha Cezayê Eslî ya Pasûrê hat dîtin de, bi hinceta heqareta li Serokkomar Erdogan 2 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê li Suerê hatibû birîn.
Doz li ser giliyê Qeymeqamê wê serdemê yê Pasûrê Fatîh Dulgeroglu hatibû vekirin ku li şûna Hevşaredarê DBPyî Metîn Dînar wekî qeyûm hatibû tayînkirin.
Dulgeroglu îdia kiribû ku Suerê di civîneke meclisa şaredariyê de destê wî negirtiye û ji bo Serokkomar Erdogan gotina "munafiq" bi kar aniye.
Beriya niha jî 9 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn
Suera ku 5ê Kanûna Paşîn a 2017an ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin, di wê pêvajoyê de jî hatibû girtin.
Her wiha li Dadgeha 8emîn a Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bi giştî 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Suerê hatibû birîn.
Suer piştî ku pakêta nû ya reforma darazê bû yasa, 2yê Çiriya Paşîn a 2019an hatibû berdan.



