Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, di dema xwenîşandana ji bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî de komekê êrişî xwenîşanderan kir û hejmarek xwendekar û rojnameger birîndar bûn.
Xwenîşandan li pêşiya avahiya parêzgariya Hisîçayê wekî meş û kombûneke nerazîbûnê ji bo mîsogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hatibû lidarxistin.
Kesên rûpêçandî gef xwarin
Li gorî agahiyan, di dema xwenîşandanê de komekê êrişî xwendekar û rojnamegeran kiriye.
Di dîmenan de xuya dibe ku hinek kesên rûpêçandî yên li ser motorsîkletan gefan li Kurdan dixwin û pesnê êrişa li ser xwendekarên beşdar didin.
Daxwaza parastin û cezakirina êrişkaran
Xwendekar û çalakvanên Kurd ji bo ku mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê misogerkirin derketibûn qadan.
Piştî vê êrişê bang hat kirin ku xwenîşander bên parastin û berpirsyarên êrişê bên cezakirin.


